Li Îranê bîlançoya lehiyê zelal dibe 2019-03-26 13:16:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê li bajar û navçeyên 25 eyaletan lehî rabûbû. Li Şîrazê 19 kes mirin û 119 kes jî birîndar bûn.   Ji ber barana zêde li eyaletên Gulistan, Xorasan, Mazenderan, Xûzistan, Gilan, Şîraz û Loristanê lehî rabû. Sazî û dezgehên fermî yên Îranê derbarê zerarên lehiyê de heta niha daxuyaniyeke fermî nedane. Hat diyarkirin ku tenê li Şîrazê 19 kes mirine û 119 kes jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku li Şîrazê 400 wesayît ber bi avê ketine û li wê herêmê gelek mal di bin avê de man. Her wiha ji nav 31 eyaletên Îranê lehî li 25 eyaletan rabû.   Serokê Dadgeha Şîraza ya Komara Îslamî ya Îranê Alî Salihî diyar kir ku dema lehî pêk hatiye şaredar ne li Şîrazê bûye û ev tişt bêberpirsyariyeke mezin e. Alî Salîhî diyar kir ku beriya Newrozê hişyariya lehiyê hatiye kirin lê tu tedbîr nehatine stendin. Wezîrê Karê Tendirustiyê yê Îranê diyar kir ku ji ber karesata lehiyê zerarek mezin çêbûye û wiha got: "Li bendavên Sadabad, Derbend û Derkayê tedbîr hatine stendin. Heke ava van bendavan zêde bibe wê li Tehranê karesatek pêk were. Li eyaletên Loristan, Xûzistan, Kohkîloye û Boyerahmedê rewşa awarte hate îlankirin."   Waliyê Eyaleta Gulistanê Mîr Mihemed Geravî jî ji şêniyên bajarê Gemişanê xwest ku bila ji bajêr derkevin. Ji ber lehiyê li gelek bajar, navçe û gundan av û elektrîk qut bûye. Ji ber ku rê hatine girtin, hê ekîbên alîkariyê xwe negihandine gelek gundan. Di vê lehiyê de bi sedan mal hat hilweşandin.