Derbarê jinên girtî yên Newroz pîroz kirin de lêpirsîn hat destpêkirin 2019-03-26 12:51:46   ENQERE - Hat hînbûn derbarê jinên girtî yên li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Sîncanê yen ku Newroz pîroz kirine de lêpirsîn hatiye destpêkirin.    Jinên li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Sîncana Enqereyê girtîne ji ber ku Newroz pîroz kirin derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin. Her wiha hat hînbûn ku bi saetan li koguşên wan lêgerîn hatiye kirin. Malbatên ku ji bo hevdîtinê do çûn girtîgehê bi saetan li derve hatin sekinandin û îdareya girtîgehê ew negirtin eywanê. Piştî ku 3 saet ji ser saeta hevdîtinê derbas bû şûnde malbatan ancax hevdîtin pêk anîn. Malbatan diyar kirin ku ji ber gardiyanan li koguşan lêgerîn kirine saeta hevdîtinê dereng ketiye. Malbatan diyar kirin ku ji ber pîrozbahiya Newrozê lêpirsîn derbarê girtiyan de hatiye destpêkirin.    Malbatan diyar kirin ku jinên li hewşê hatine gel hevdu ji bo Newrozê pîroz bikin stran gotine lê gardiyanan hewl dane ku vê yekê asteng bikin û piştre derbarê hemû jinan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Hat hînbûn ku lêgerînên li koguşan nêzî 3-4 saetan dewam kiriye.