6 girtiyên din jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin 2019-03-26 12:29:55   KARAMAN - 6 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya Ermenekê girtîne dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.   Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 139'an de berdewam dike. Leyla ya ku di 25'ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li mala xwe ya li taxa Bagcilar a Baglarê berdewam dike. Serdanên ji bo Leylayê berdewam dikin û dorpêça polîsan a li ber mala wê jî berdewam e.   Piştî Leylayê bi heman daxwazê  li Herêma Federal a Kurdistanê çalakiya Nûnerê HDP'ê Nasir Yagiz di roja 126'an de, Li strasbourgê 14 kes û li Gallerê ya Îmam Şîş di roja 100'ê de. Ya Endama Meclisa Îştar Fadîle Tok di roja 66'an de, ya Hevseroka DBP'ê ya berê Sebahat Tuncel û ya parlamentera DHP'ê ya berê Selma Irmak ku li girîtgehê dane destpêkirin di roja 70'emîn de û li bajarê Toronto yê Kanadayê çalakiya Yusuf Îba ku daye destpêkirin di roja 73'an de berdewam dike.  Herwiha  Çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de ya koma yekemîn di roja 101'emîn de û çalakiya girtiyan ji 1'ê Adarê şûnde li hemû girtîgehan belav bû.    Her wiha li 4 girtîgehên cuda Zulkuf Gezen, Ayten Biçen, Zehra Saglam û Medya Çinar ji bo tecrîdê protesto bikin dawî li jiyana xwe anîn. Her wiha li Ewropayê Ugut Şakar agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.    Li gor agahiyên îro hatin bidestxistin jî li Girtîgeha Girtî ya Ermeneka Karamanê 6 girtiyên siyasî dest bi greva bêdem û bêdorveger kirin.    Girtiyên ku dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin wiha ne:"Omer Bilgili, Fesih Guneş, Onder Korkmaz, Sipan Yılmaz, Dogan Kahraman û Yilmaz Demir.