Li Dihê û Şaxê 9 kes hatin binçavkirin 2019-03-26 11:49:21     WAN / SÊRT - Di serdegirtinên malan ên navçeya Şaxê de 7 kesên di nav de HDP’î jî hebû hat binçavkirin. Li navçeya Dihê ya Sêrtê jî 2 kes hat binçavkirin.   Li navçeya Şax a Wanê, di serdegirtina malban de rêvebera HDP’ê ya Şaxê Senar Balka, namzeta HDP’ê ya endam meclîsa şeredariyê Meran Kaplan, Nîhat Babûr, Attar Ertaş, Rakîp Babûr, Abdurrahman Semo û Alî Buge hat binçavkirin. 7 kesên hat binçavkirin birin Fermandariya Leşkerî ya Navçeyê.    LI Dihê jî 2 kes hat binçavkirin   Polîsan di saetên serê sibê de li navçeya Dihê ya Sêrtê bi ser hin malan de girtin. Polîsan piştî lêgerîna malan Mizbag Yildiz û Cengîz Guneş binçavkirin. Hinceta binçavkirina 2 kesan nehat zanîn û birin Midûriyeta Polîsan a Dihê.    Hat diyar kirin ku polîsan bi ser mala Hevşaredara DBP’ê ya Dihê Eda Kîlîs a qeyûm tayînê cihê wê hat kirin de jî girtine, lê ji ber ku Kîlîs ne li malê bû, nehat binçavkirin.