Leşkerên Tirk dest danîn ser konê şînê yê Medya Çinar 2019-03-26 11:20:38   MÊRDÎN - Malbata Medya Çinar a ji bo şermezarkirina tecrîdê li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dawî li jiyana xwe anî, xwest konê şînê li gundê dane, lê leşkeran dest danîn ser kon û cezayê pere li traktora kon bar kiribû, birîn.    Cenazeyê Medya Çinar a li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî, duh bi şev li gundê Mergîk ê Qosera Mêrdînê hat definkirin. Leşkerên ku ketin û derketina gund qedexe kirin û destûr nedan kesek beşdarî kar û barê definkirina Medya bibe, destûr nedan konê şînê bê danîn û dest danîn ser konê şînê yê malbatê xwest li gund vede.    Gundiyekê xizmê Medya, ji gundekê din konê şînê girt û bi traktöre xwest bînê gund vede. Lê leşkeran dest danîn ser kon. Di heman demê leşkeran bi hinceta traktor ji bo trafîqê ne musaîde, cezayê 108 TL pere li ajokarê traktorê birî.     Li ser vê yekê malbat neçar ma ku taziyê li mala xwe dane.