Ji ber qeyyum Cizîr di bin avê de ma 2019-03-26 11:14:33   ŞIRNEX - Li Cizîrê roja yekşemê baran zêde bariya û ji ber ku qenal bi hinceta "ewlehiyê" girtîbûn gelek cihên kar û mal di bin avê dê  man. Di encama barana zêde de lehî rabû bû û 2 kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Welatiyên Cizîrê yên  ku bêzar bûn gotin "Ka ev e Cizîra nû? Qayyimê ku Cizîr xesp kir karê wî ev e? Em ê di 31'ê Adarê de bi heriya lingên xwe biçin ser sindoqan."   Li Cizîrê roja yekşemê baran zêde bariya û ji ber ku qenal bi hinceta "ewlehiyê" girtîbûn gelek cihên kar û mal di bin avê dê  man. Di encama barana zêde de lehî rabû bû û 2 kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Gelek mal dîwarên wan hilweşiyan û gelek mal di bin heriyê de man. Malên li kuçeyên Konak, Nûr, Cûdî, Yasef, Sûr, Derê Çiyê û Şahê di bin avê de man. Menfezeyên qenalan ên li Kuçeya Nûrê ji ber ku tije çop bûbû bi baranê ev çopana ketin malan. Ava kanalizasyonan bi ser de çû. Li kuçeyan gelek malan xisar dîtin û gelek alav di bin avê de man.    Welatiyên li kuçeyan îmze kom kiribûn!   Hat hînbûn ku welatiyên li Cizîrê ji bo mazgalên li ser qapaxên qenalan bê derxistin îmze hatiye komkirin. Li Kuçeya Nûrê ji ber baranê gelek kes mecbûr man ku mala xwe vala bikin.    'Ne ji ber dîwarê baxçe ba dê mala xera biba'   Elif Turgut got:"Me hew dît av bi ser ketiye. Mala me di nava avê de ma. Ji ber ku devê qenalê girtine loma wiha bû. Ji ber mazgalan malên me di bin baranê de man. Ji ber ku mal di bin avê de maye em nikarin ceylanê jî vekin. Heger ne ji dîwarê baxçeyê me ba dê mala me xera biba. Dîwêr av hinekî asteng kir. Derî şikest lê dîwar ma. Em gelekî tirsiyan min berê zarokên xwe derxist. Me serê sibehê hemû xalîçeyên xwe rakirin niha em ê baxçe çawa paqij bikin em nizanin."   'Ew ê di 31'ê Adarê de lehiyê bibînin'   Elîfê wiha bertek nîşan da:"Qayyim tu tiştekî ji Cizîrê re nake. Xizmeta wan wiha ye? Em vê yekê ji bîr nakin. Divê ev kuçe û kolanan bên paqijkirin lê qayyim paqij nake. Em tenê heriyê dibînin. Ew ê di 31'ê Adarê de lehiyê bibînin."   'Ev ne Cizîra me ye ya qeyyum e'   Nafel Dadak wiha got:"Qayyim her dem pesnê xwe vedide û dibêje 'Em xizmetê ji Cizîrê re dikin'. Lê hûn dibînin Cizîr niha ketiye çi halî. Ev ne Cizîra me ye ya qeyyum e. Şaredariya ji aliyê qeyyum ve hatiye xespkirin tu xizmetê nake. Ev ne Cizîra me ye ya qeyyum e."   'Em bi çar çavan li hêviya 31'ê Adarê ne'   Fatma Şerifoglu jî wiha got:"Ji ber hesinên qeymeqam ev tişt hat serê me. Ji destên min bihata min ê ev heriya giş kom bikira û bivira mala wî. Ji bo ew mazgalan derkevin me îmze kom kirin. Lê li me guhdar nekirin. Gel perîşan kirin. Me hezar carî got wî hesinî bi wir nexin. Niha em heriyê paqij dikin. Em bi çar çavan li hêviya 31'ê Adarê ne."