Li Wanê ji 26 kesê ku hatibûn binçavkirin jê 11 kes hatin girtin 2019-03-26 09:44:31   WAN - Li 26 kesên ku hatibûn binçavkirin ev 4 roj in di bin çavan de bûn û piştî karê dozgeriyê sewqî dadgeriyê hatibûn kirin. Tevî endamên HDP, DBP, ÎHD, KCD û KESK'ê 11 kes bi hinceta çalakiyên KCD'ê hatin girtin.     Di 20'ê Adarê de li Wanê di encama serdegirtina malan a serê sibehê de tevî endamên HDP, DBP, ÎHD, KCD û KESK'ê 26 hatibûn binçavkirin.    26 kesên ku biribûn Şaxa TEM'a Miduriyeta Emniyetê ya Bajêr piştî binçavkirina 4 rojî şûnde do di saetên êvarî de îfadeya wan a dozgeriyê hatin girtin û 26 bi hinceta çalakiyên KCD'ê û bi biryara girtinê ew şandin Dadgeriya Cezayê Sulhê.    Dadgeriyê derbarê,  Çetin Uyar,  Bazi Aslan, Faysal Parlak, Hakan Demir, Gursel Yamaç, Medine Tufan, Îbrahim Irmak, Ramazan Duman Abdulsettar Guneş ve Mehmet Ali Sonmez ve Mesut Erzengin de bi hinceta çalakiyên KCD'ê biryara girtinê da.    Her wiha dadgeriyê, Hatice Barıştıran, Gulay Yılmaz, Kaniye Şeker, Beritan Tayan, Hamdi Bayhan, Elif Yigit, Ayfer Gelibolu, Songul Taş, Hikmet Uzunay, Kadir Toprak, Fevzi Çelenk, Azad Gundogan, Ahmet Kaya, Cemil Duman ve Delil Aksoy bi şerdê kontrola edlî serbest berda.    Her wiha hat diyarkirin ku derbarê dosyaya 26  kesî ya darizandinê de biryara veşartinê dewam dike.