Gotinên dawî yên Aytenê: ‘Hûn tiştekî nekin ez ê bikim’ 2019-03-26 09:22:56   Berîtan Canozer   DÎLOK - Ayten Beçet di hevdîtina dawî ya telefonê ya bi dayika xwe re got ‘hûn tiştekî nekin ez ê bikim’ û li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî.  Dayika wê Fatma Behçet ku li dijî êşa keça xwe bi zor li ser piyan disekine, bang li rayedaran kir û got: “Hûn li bendeyî çi ne? hîna wê agir bikeve çend malan?”   Zulkuf Gezen, Ugur Şakar, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar… Dayik Fatma Beçet dibêje ‘wê hîna çend ciwan bimirin, oy hewar,  gelo wê derdê Kurd qet neqede, gelo wê êşa wan bidawî nebe.’Fatma di nava dehan jinên li dora wê rûniştine de hewl dide li ser piya bisekine, digirî, lê rondikên wê nasekine. Xuyaye wisa giryaye ku, rondik nayên xwarê. Fatma Beçet, dayika Ayten Beçet a li girtîgeha jinan a Gebzeyê li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe aniye.  Agahiya keça xwe ji rêveberiya girtîgehê digire. Bawer nake, gelo kî bi mirina zarokê xwe bawer dike…Cenazeyê keça wê hat revandin, di tarîtiya şevê de di bin dorpêça polîs û cendermeyan de hat definkirin. Fatma dibêje ‘Keça min hîna 24 salî bû, salek û 8 meh mabû ku azad bibe.”   ‘Ji bo azadiyê xwe feda kir’   Malbata Aytenê di 1985’an de ji ber zilma dewletê koçî Dîlokê kiriye. Fatma diyar dike ku keça wê tu car ji rastiya xwe dûr neket û got keça wê di 18 salî de ketiye girtîgehê û piştre hatiye berdan. Ayten  çend meh şûnde dîsa tê girtin û 9 sal ceza lê tê birîn. Fatmayê wiha got: “Keça min zirar neda tu kesî. Zarokek çalak bû xwe dida hezkirin. Her tim di hişmendiya Kurdbûnê de bû, lêkolîn dikir. Komkujiyên dihatin jiyîn dipirsî.  Gelek ji hevalên xwe hez dikir. Keça min ji bo azadiyê xwe feda kir.”   Ayten: Hûn nekin ez ê bikim   Fatmayê daxuyakirin ku keça wê Ayten ne di grevê de bûye û wiha pê de çû: “Keça min li girtiyên di grevê de bû, mêze dikir. Ji ber ne di grevê de bû xemgîn dibû. Herî dawî roja pêncşemê bi telefonê geriya. Ji min xeyidîbû, got ‘hûn çima nakevin greva birçîbûnê, hûn tiştekî nekin ez ê bikim, çima malbat bêdeng in’.Min jî got ez nexweş im nikarim bikevim grevê.  Xeyîdî, got hûn tiştekî nekin ez ê bikim. Min jî got wê bikeve grevê. Lê çalakî pêk anî û canê xwe feda kir. Ev ciwan ji bo aştiyê diçin mirinê.  Ev ciwan ji bo azadiyê ji canê xwe dibin. Bila dengê wan êdî bê bihîstin. Dilê me şewitî. Bila yên kesên din neşewite. Bila agir nekeve mala kesekî din.”   ‘Dengê dayikan bibîhizin’   Fatmayê diyar kir ku ew ji kesî tiştekî napê, naxwaze û got: “Keça min jiyana xwe ji dest da. Gelo ji vê bêtir heye. Ez bang li rayedaran dikim. Wê hîna çend ciwan bimrin, oy hewar,  gelo wê derdê Kurd qet neqede, gelo wê êşa wan bi dawî nebe. Hûn li bendê çi ne? Em aştiyê, azadiyê dixwazin. Ez bang li serokwezîr, serokomar dikim; bila dengê dayikan bibîhizin.”   Fatmayê bang li çalakgerên di greva birçîbûnê de jî kir û got: “Yên ketine grevê jixwe bedena xwe dane ber mirinê, bila êdî dilên me zêde neşewitînin. Bi çalakiyên fedefayî dijmin kêfxweş dibe. Dijmin kêfxweş nekin.  Ez qurban dibim, êdî bila kes nemire.  Em ciwanên xwe winda nekin.”