Wesayîta cenaze nedan û malbat tehdît kirin 2019-03-25 16:37:03   MÊRDÎN - Wesayîta cenaze nedan malbata Medya Çinar a ku li Girtîgeha Mêrdînê li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî.   Medya Çinar ji bo dawî tecrîda îmrali bê li GirtÎgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê dawî li jiyana xwe anî. Hat hînbûn ku wesayeta cenaze nedan malbata Medyayê. Her wiha hat hînbûn ku ji bo cenaze HDP'ê ji Amedê wesayîta cenaze aniye.    Malbat tehdît kirin   Her wiha hat diyarkirin ku Amîrê Emniyetê yê Mêrdînê gotiye "Heta girseya HDP'ê li vir be em cenaze nadin we" û malbat tehdît kiriye. Hat hînbûn ku li ser vê gotinê girse mecbûr maye ku ji ber nexweşxaneyê biçe. Girseya ku hatin ber buroya hilbijartinê ya Artukluyê û durûşmên "Şehîd namirin, Bijî berxwedana zindanan" berz kiriye. Girseyê anî ziman ku ew ê li cenaze xwedî derkevin û malbatê bi tenê nehêle.    Parlamenterê HDP'ê yên Şirnex û Sêrtê jî ji bo beşdarî şînê bibin hatin Mêrdînê. Dema wesayîta cenaze were wê Medya bibin Gundê Qoserê.