Ji bo Ayten Beçet mewlûd xwendin 2019-03-25 16:36:06   DÎLOK - Malbata Beçet ji bo keça xwe Ayten Beçet a li Girtîgeha Gebze bi armanca tercîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike dawî li jiyana xwe anî, mewlud da xwendin.    Malbata Beçet a keça wan Ayten Beçet li Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û di 22'ê Adarê de dawî li jiyana xwe anî mewlud da xwendin. Di bernameya mewlûdê de parlamenterê  HDP'ê Mahmut Togrul, Siddik Taş, Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyik, endam û rêverên HDP'ê yên Dîlok û Rihayê Dayikên Aştiyê û gelek kesên din tevli bûn. Ewil Parlamenter Mahmût, Dayik Fatma Beçet û endamên malbatê çûn ser goristana Yeşilkentê û gora Ayten ziyaret kirin.  Li ser gora Ayten wêneyê "Ayten Beçet nemir e" daliqandin. Piştî mewlud bi kurdî xwendin, nameya ku Ayten Beçet li pey xwe hiştibû xwendin. Piştre xwarina ku Dayikên Aştiyê amade kiribûn li mêvanan belav kirin. Malbatê diyar kirin ku ji îro şûnde dê mala şînê rakin û sersaxiyê li malê qebûl bikim.