Bedîa Ozgokçe: Em bi hêzin û em ê teqez bi ser kevin 2019-03-25 15:39:06   ŞIRNAK - Namzetên şaredariyan ên HDP'ê yên Amed, Wan, Mêrdîn û Şirnexê li Şirnexê civiyan û gotin ku Gelê Kurd dê bi vîna xwe qeyûman têk bibe.    Namzeta Hevşaredariyê Bajarê Mezin a Wanê ya Partiya Demokratîk a Gelen (HDP) Bedîa Ozgokçe Ertan, namzetê Hevşaredariyê  Mezin a Amedê ya HDP'ê Selçuk Mizrakli û namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, hatin Şirnexê û bi gel re civîn li dar xistin. Namzetên hevşaredariyê li Şirnexê bi konvoyekê hat pêşwazîkirin. Li salona otelekî bi gel re civiyan. Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Nuran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz, Hasan Ozguneş, namzetên şaredariya Şirnexê Nurcan Alturk û Hîşyar Osal û namzetên şaredariyê yên nawçeyên Şirnexê tevlî civînê bûn.    'Em bajarê xwe teslîm nakin'   Parlamenter Hasan Ozguneş, bal kişand ser greva birçibûnê wiha got: "4 hevalên me di girtîgehan de çalakî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn. Em slavên xwe kesên berxwedêr re dişînin. Em tu carî vîna xwe teslîm nakin. Em bajarên ku lê dijîn jî teslîm nakin."   'Kurd tu carî serî netewand'    Namzeta Hevşaredariyê Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, destnîşan kir ku 138 rojin Leyla Guven û girtî di greva birçibûnê de ne. Bedîa wiha axivî: "Gelê Kurd tu carî serî netewand. Dewlet vîna xwe tune dihesibîne. Dest danîn ser mafê bijartin û hilbijartinê. Ji bo me 31'ê Adarê girîng e. Em ê li dijî hîleyan heta dawiyê têbikoşin. Li dijî gel îttîfaq tê pêşxistin, dostê kî ne em baş dizanin. Kesên ku di salên 90'î de qetlîam pêk anîn, ji van re îttîfaq çêdikin. Em ê li dijî îttîfaqan, bi hêzin û em ê teqez qezenç bikin. Em ê 31'ê Adarê qezenç bikin. Welat ya me ye, Şirnex ya me ye."   'Divê kesên bi wijdan baş bifikirin'   Selçuk Mizrakli jî di civînê de axivî û diyar kir ku demek pir zehmet û zor e û wiha got: "Ji bo aştî pêk bê bi deh hezaran mirov jiyana xwe ji dest da. di rojên dawiyê de 5 civan ji bo jiyaneke azad xwe feda kir. Divê kesên bi wijdan baş bifikire. Divê em bibin dengê berxwedêran. Ji bo me Şirnex Amed û Amed jî Şirnex e.    'Siyaseteke qirêj tê meşandin'   Ahmet Turk jî  bal kişand ser berxwedana gel û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li hemberî Gelê Kurd siyasetek qirêj pêk tê. Lê gel sed salin têdikoşe. Gel dê ji bo pêşeroj û azadiya xwe dîsa bersivê bide siyaseta qirêj. Îro Leyla û bi hezaran heval ji bo azadiya gel berxwe dide. Li hemberî kurd siyaseteke dijminatî tê meşandin. Li dijî dijminatiyê em ê bibin yek. Dê 31'ê Adarê gel bi vîna xwe dê li hemberî kayyiman bersivek bide û bi ser keve.    Her wiha namzetên şaredariya Şirnexê Hîşyar Osal û Nurcan Alturk derket ser dikê û der barê hilbijartinên herêmî de axaftinek kir. Piştî civînê namzetên şaredariyên HDP'ê berê xwe dan Cizîr e.