Nuran Îmîr çû serdana kesên ku ji ber lehiyê mexdûr bûn 2019-03-25 13:04:50   ŞIRNEX - Li Cizîrê duh ji ber barana zêde ku bariya gelek rê dibin avê de man û ji malbatakê 2 kesî jiyana xwe ji dest da. Parlamentera HDP'ê Nuran Îmîr  çû serdana malbatên ku ji ber barana zêde bariya mexdûr bûne.   Li Cizîrê baarana ku bi şev bariya bandora neyînî li ser jiyanê kir. Ji ber barana ku bi saetan bariya rêyên navçeyê hatin girtin û ceryan qût bû. Ji ber barana ku bariya rêyên ku qaşo qeyûm nû kiribûn û bi nûkirina wan pesnê xwe dida hatin rûxandin. Herwiha ji ber rêyên ku hatin girtin gelek wesyit jî di rê de man û welatî nema dikaribûn biçin malên xwe. Bi taybetî jî li taxên Nur, Konak û Cûdiyê  bi dehan mal dibinê avê de man. Lê malên ku boriyên serebê teqiyan zerara malî pêk hat.    Dîsa li taxa Konakê wesayiteke ku di bin ê avaê de ma kesên tê de ji aliyê welatiyan ve hatin rigarkirin.  Parlamentera Şinexê Nuran Îmîr di saetên serê sibehê de çû serdana welatiyên ji ber barana zêde mexdûr bûn. Nuran a ku bi welatiyan re sobet kir diyar kir ku ev hemû ji ber sersariya qeyûm pêk hatine.