Çalakiya Leyla Guven di roja 138'an de ye 2019-03-25 12:35:33   AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger a Leyla Guven ku li dijî tecîrda li Îmraliyê daye destpêkirin di roja 138'an de berdewam dike.    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 138'an de berdewam dike. Leyla ya ku di 25'ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li mala xwe ya li taxa Bagcilar a Baglarê berdewam dike. Serdanên ji bo Leylayê berdewam dikin û dorpêça polîsan a li ber mala wê jî berdewam e.    Piştî Leylayê bi heman daxwazê  li Herêma Federal a Kurdistanê çalakiya Nûnerê HDP'ê Nasir Yagiz di roja 125'an de, Li strasbourgê 14 kes û li Gallerê ya Îmam Şîş di roja 99'ê de. Ya Endama Meclisa Îştar Fadîle Tok di roja 65'an de, ya Hevseroka DBP'ê ya berê Sebahat Tuncel û ya parlamentera DHP'ê ya berê Selma Irmak ku li girîtgehê dane destpêkirin di roja 69'emîn de û li bajarê Toronto yê Kanadayê çalakiya Yusuf Îba ku daye destpêkirin di roja 72'an de berdewam dike.  Herwiha  Çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de ya koma yekemîn di roja 100'emîn de û çalakiya girtiyan ji 1'ê Adarê şûnde li hemû girtîgehan belav bû.    Li avahiya HDP'ê ya bajêr çalakiya grevê ya parlamenteran didome   Çalakiya ku parlamentera HDP'ê Dêrsim  Dag 3'yê Adarê de da destpêkirin û ya Parlamenterên Wanê Tayîp Temel û Murat Sarisaç ku di 8'ê Adarê de dest pêkirin jî berdewam dike. Bi parlamenteran re ji endamên partiyê Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer piştî serdegrtina avahiya bajêr hatin binçavkirin û piştre jî hatin girtin, ji bo Salîh Cansever, Abdulhalik Kurt û Yusuf Ataş jî cezayê hepsa malê hat dayîn û çalakiya xwe berdewam dikin.   Herwiha gelek kes jî ji bo piştevaniya bi çalakiya parlamenteran re li avahiya HDP'ê ya Amedê serdanên xwe yên berdewam dikin.   Kesên hatin tahliyekirin li malê çalakiyê berdewam dikin   Sedat Akin ê ku li girtîgeha Erzîcan a Tîpa T dest bi grevê kiribû piştî ku hat tehliyekirin  çalakiya xwe li malê di roja 78'emîn de berdewam dike. Gurbet Ektiren a ku di 15'ê çileyê de dest bi çalakiya grevê kir û hat tahliyekirin jî ji 8'ê Adarê de çalakiya xwe li mala xwe ya li Dêrika Mêrdînê berdewam dike di roja 69'an a greva birçîbûnê de ye.      110 kesên bal kişandin ser tecrîdê di bin çavan de ne   Di Newroza Amedê ya ku bi dirûşma "Em ê teqez bi ser bikevein, tecrîdê bişkînin" ji aliyê sedhezaran ve hat pîrozkirin dirûşmên li dijî tecrîdê hat berzkirin. Bi taybet dirûşmên "Bijî Serok Apo" hat berzkirin. Hat hînbûn ku 110 kes di Newrozê de hatine binçavkirin. Kesên ku hatine binçavkirin hîn li Muduruyeta Emniyeta Amedê de di bin çavan de ne.   ‘Durma eylemi’ yapan 11 kadına ev hapsi'   Tevgera Jinên Azad (TJA) jî bo piştevaniya bi çalakiyên grevê re dixwazin ku bibin dengê çalakgeran. Di çarçoveya van çalakiyan de 11 jinan di 20'ê Adarê de li Kolana Hunerê ya Ofîsê "Çalakiya rawestandinê"  li dar xistin û hatibûn binçavkirin, jinên ku 5 roja di bin çavan de man piştî dexistin dadgehê bi cezayê hepsa malê hatin cezakirin. Dadgehê sedema cezayê da jinan aşkera nekir.    Girtiya bi navê Zehra Saglam li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî   Li Erziromê li Girtîgeha Jinan a Oltuyê ya Tîpa te girtiya bi navê Zehra Saglam li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî.  Cenazeyê Zehra ji aliyê cendirmeyan ve hat desteserkirin û anîn Gimgima Muşê li gundê Xinzor defin kirin.    Di 17'ê Adarê de li Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F a Hejmar 2 Zulkuf Gezen li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî, di 23'yê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê Ayten Becet li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn.