Li Mexmûrê Koma 34’an çalakiya greva birçîbûnê dewir girt 2019-03-25 12:03:03   MEXMÛR - Li Wargeha Şehid Rustem Cûdî (Mexmûr) di 16'ê Kanûna 2018'an de greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a ji bo rakirina tecrîdê dest pê kiribû. Îro koma 34'an çalakiya greva birçîbûnê dewir girt.    Li Wargeha Şehid Rustem Cûdî (Mexmûr) di 16'ê Kanûna 2018'an de greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîdê dest pê kiribû. Îro koma 34'an çalakiya greva birçîbûnê dewir girt. Dewirgirtina çalakiya greva birçîbûnê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Li ser navê koma 33'an Mehmûd Zêwgî wiha got:"Em li ser navê koma 33'an dibêjin ku em hêvîdar in bi dewirgirtina koma nû ya çalakiya greva birçîbûnê serkeftinên bên bidestxistin. Ji bo tecrîd bi dawî bibe û ji bo aştî û azadiyê 4 hevalên me yên li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Divê me têkoşîna xwe mezintir bikin. Divê em her di nava hewldanê de bin."   Merasîma dewirgirtina çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bi dorveger bi dirûşmên "Bijî Serok Apo","Şehîd namirin" bi dawî bû.