'Kaosa li Rojhilata Navîn bi dawîkirina tecrîdê dikare bi dawî bibe' 2019-03-25 09:16:21   WAN - Elke Schrge ya di heyeta IPPNW de cih digire û ji Elmanyayê hatin Tirkiyeyê, diyar kir ku azadiya gelên Rojhilata Navîn, bi têkoşîna ku tevgera Kurd daye pêkan e û got: “Ev jî bi dawîbûna tecrîdê pêkan e. Ji bo kaosa li Rojhilata Navîn bi dawî be divê tecrîda li ser Kurdan bi dawî be.”   Heyeta Organîzasyona Hekîmên Navneteweyî ya ji bo Pêşîgirtina Şerên Nukleerê (IPPNW) ku ji bo tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibin ji Elmanyayê hatin, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên li hember tecrîdê hatine destpêkirin nirxand.   ‘Pêkanînên kêfî zêde bûne’   Pedagog Sîgrîd Ebrîtsch, diyar kir ku herî dawî di salên 2000’î de hatiye Wanê û got: “Ev 20 sale ez têm Tirkiyeyê. Wê demê li herêmê OHAL hebû. Piştre di dema muzakereyên aştiyê de hatim Wanê. Ji 2015’an de jî mixabin binpêkirinên mafan gelek tên jiyîn. Pêkanînên kêfî tên jiyîn. Li şûna hiqûqî pêkanînên kêfî zêde bûne.”   ‘Tecrîd îşkence ye’   Sîgrît daxuyakirin ku tecrîd bêguman îşkence ye û got: “Divê tecrîd tune be. Rakirina tecrîdê mafê xwezayî ye. Bêguman civaka Kurd jî li dijî tecrîdê xwe di bin tecrîdê de hîs dike. Ez ji ber grevên birçîbûnê jî bi fikar im. Em hêvî dikin ku riyên diyalogê dîsa vebin. Ez hêvî dikim ku pêvajoya aştiyê bi ser bikeve.”   Jînekolog Elke Schrage jî bi lêv kir ku li dijî binpêkirinên mafan cîhan bêdeng maye û got li cîhanê êrîşên muhafazakar û rastgir zêde bûne. Elke daxuyakirin ku li Tirkiyeyê jî pêla neteweperestiyê heye û got: “Welatên rojava di mijara mafê mirovan de têr hewl nade. Cotstandartî pêk tê. Li Tirkiyeyê pêngavên demokratîk gelek qels in. Li seranserê cîhanê xeta newekheviyê bilind dibe.Azadiya gelên Rojhilata Navîn bi têkoşîna ku gelê Kurd dide pêkan e. Ev bi dawîbûna tecrîdê pêkan e.”