Selma Gungor: Divê rayedar dest ji tehdîdan berdin 2019-03-25 09:12:07   Habîbe Eren   ENQERE - Endama Konseya Navendî ya TTB’ê Slema Gungor diyar kir ku grevên birçîbûnê hatine astek cidî û  got desthilatdarî der barê çareseriyê de divê dest bi hevdîtinan bike.    Çalakiya Greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ya bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 138’emîn de didome. Çalakiya koma ewil a li girtîgehan ketin grevê jî di roja 100’î de berdewam dike. Ji 1’ê Adarê şûnde jî li hemû girtîgehên Tirkiyeyê ji 5 hezarî zêdetir girtî ketin grevê.   Endam Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Selma Gungor got hejmara çalakgeran her diçe zêde dibe û der barê pisgirêkên derkevin holê de axivî.   ‘Vîtamîna B neyê dayîn wê pirsgirêk bên jiyîn’   Selmayê destnîşan kir ku girtiyên ketine grevê li girtîgehê şansê wan yê dermankirinê tune û ji ber vê jî nizanin di kîjan şertî de girtî ketine grevê û wiha got: “Gelo pirsgirêka tenduristiya wan hebû tunebû? Kîlo û bejna wan çende? Em vê nizanin. Hînek kîlo hebe dikarin hinek din berxwe bidin. Lê ger zeyif bin û nexweşî hebin, dikarin zû pirsgirêkan bijîn.”   ‘Pirsgirêkên norolojîk di demên pêş de dikarin derkevin holê’   Selmayê daxuyakirin ku pirsgirêka ewil dayîna kîloyan e, nikarin li ser piyan bigerin û serê wan gêj dibe. Selmayê ev tişt daxuyand: “Di demên dawî de girêdayê pergala ferikandinê xwînîbûna mîdê dikare bê jiyîn.  Her ku pêvajoya grevê pêş bikeve, di pergala gerê de guherîn çêdibin, girêdayê xerabûna hevsengiya av û xwê, tansiyon dikeve an jî zêde dibe.  Rîtma dil xera dibe. Xerabûnên norolojîk jî di demên dawî de dikarin derkevin holê.”   ‘Desthilatdarî divê her tiştî li ber çavan bigire’   Selmayê destnîşan kir ku ji ber şansê wan yê dermankirinê tune ye, nizanin heta niha çi pirsgirêk jiyane û got ji 1’ê Adarê şûnde li hemû girtîgehan grev belav bûye. Selmayê wiha dirêjî da axaftina: “Em biryara kes baldar digirin.  Em aktorên siyasî û rayedarên girtîgehê wek aliyê sêyem qebûl dikin. Em rast nabînin ku ev aliyên sêyemîn bikevin navbera kes û doktoran.  Ez vê bangê dikin. Roj bil ez derbas dibin.  Hewcedariya mirovan bi hêviyê heye. Desthilatdarî, rayedarên wezareta dadê divê her tiştî li ber çavan bigirin. Divê peymanên navneteweyî li ber çavan bigirin. Daxwazên girtiyan li ber çavan bigirin û girêdayê vê hevdîtinan bidin destpêkirin.”