Li Qamişloyê Şahiya serfiraziyê ya têkbirina DAÎŞ'ê 2019-03-24 19:22:57   QAMIŞLO -Di pêşengtiya Yekîneyên Parastina Jinê de li navçeya Amûdyê ya girêdayî Kantona Qamişloyê bi gel re Şahiyek ji bo serketina Şervanan û têkçûna Çeteyên DAÎŞ'ê hat lidarxistin.   Îro bi sedan welatiyên navçeya Amûdê ya girêdayî Kantona Qamişloyê di pêşengtiya Şervanên Yekîneyên Parastina Jinê ên hevparên QSD'ê de rizgarkirina Baxozê ji Çeteyên DAÎŞ'ê ku bi vê re Hemliya Bagera Cizîrê bi dawî dibe pîroz kirin. Şahî li Hola Seyran hat li dar xistin. Cihê şahîyê bi alên QSD'ê û wêneyên tekoşerên azadiyê hat xemlandin.   Piştî deqeyk rêzgirtinê, li ser navê QSD'ê, ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokeratîk û ya Malbatên Şehîdan ve axavtin hatin kirin. Di axavtinê de têkçûna çeteyên DAÎŞ'ê li tevahî Malbatên Şehîdan, gel û cîhanê hat pîrozkirin û wiha hat gotin:" Bi saya Şervanan îro Terora ku cîhan tirsand têk çû, bi vê îrade û hêzê em ê Efîrnê rizgar bikin, dagikeriya Tirkiyê têk bibin, govenda serfiraziyê li Efîrnê bigerînin."   Şahî bi gerandina govenda serkeftinê bi dawî bû.