Pervin Buldan: Rizgarkirina hevalên me deynê sutiyê me ye Bûldan 2019-03-24 17:16:21   STENBOL -  Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di Newroza ku li Bakirkoyê li Qda Bazarê hat li darxistin avivî û wiha got: "Em ê derseke girîng bidin kesên ku me û hevalên me yên li dijî tecrîdê bedena xwe ji mirinê re razandine tune dihesibînin.  Rizgarkirina hevalên me deyên sutiyê me ye."   Pîrozbahiya Newrozê ya li Qada Bazarê ya Bakirkoya Stenbolê bi dirûşmên "Em ê teqez bi ser kevin û tecrîdê bişkînin" kju hat destpêkirin bi axaftinan berdewam dike. Li Stenbolê Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan axivî û bal kişand ser  girîgiya Stenbolê ya di hilbijartinê de û got ku wê li Stenbolê HDP çarenûsa hilbijartinê diyar bike.    'Em ê di 31'ê Adarê de dersê bidin wan'   Pervîn a ku  got wê HDP çarenûsa hilbijartinê li Stenbolê diyar bike wiha berde3wam kir: “Em li pêş bi milyonan kesan sozê didin. Em welatê azad ê di xeyalên Kemal Kûrkût, Berkîn Elvan û Ûgûr Kaymazan de ava bikin. Di dîrokê de serfirazî her dem ên berxwedêran e, ên gelên hejar û kedkaran e. Em gelên mazlûm em ê di 31’ê Adarê de derseke mezin bidin wan. Cenazeyê çalakgerên grevên birçîbûnê yên ku çalakiyên fedaî dikin, tên revandin. Yên ku ji me re dibêjin bê îman in her roj olê ji siyaseta xwe re dikin amûr.”   Pervîn bal kişand ser girîgiya Stenbolê ya di hilbijartinê d û got  “Stenbol bajarekî girîng e, yên ku li Stenbolê bi ser bikevin wê li Tirkiyeyê bi ser bikevin. Ji bo şaredariya bajarê mezin a Stenbolê me namzet nîşan neda. Li hin navçeyan namzetên me hene lê ji bo şaredariya bajarê me, ji bo serkeftina yekîtiya hêza demokrasiyê me taktîke wisa pêk anî. Li Stenbolê em ê qedera hilbijartinê diyar bikin. Hûn baş dizanin ku hûn ê dengê xwe bidin kê. Di 31’ê Adarê de divê bi giyanê Newrozê em biçin ser sindoqan. Her dengek ji bo edalet û demokrasiyê ye. Her deng ji bo çalakgerên greva birçîbûnê û ji bo rêhevalên me yên li girtîgehan e. Divê parastina sindoqan û muşahadî jî peywira me ya yekemîn be.”   'Ji bo hûn bijîn em ê her tiştî bikin'   Pervînê  di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdê jî û wiha dawî li axaftina xwe anî:  “Divê tecrîd were rakirin. Rêzdar Ocalan her dem ji bo aştiya welat tevkarî kir. Ranekirina tecrîdê tê wateya mehrûmbûna ji azadî û demokrasiyê. Ez li vê derê bang li rêhevalên me dikim yên ku di çalakiyên greva birçîbûnê de ne. Ji bo jiyana we em ê her tiştî bikin, çi ji destê me were, em ê bikin. Wê Leyla Guven û Sebahat Tûncel bijîn.”