Girtiya bi navê Zehra Saglam li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî 2019-03-24 13:42:43   ERZIROM - Zehra Saglam a li Girtîgeha Tîpa T a Oltuyê dimîne bi armanca tecrîdkirina Ocalan protesto bike dawî li jiyana xwe anî. Polîsan cenaze wergirt û birin navçeya Gimgimê ya Mûşê.    Li girtîgehê girtiyek din jî li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî. Zehra Sağlam a li Girtîgeha Tîpa T a Oltuya Erziromê ku dima li dijî tecrîdkirina Ocalan dawî li jiyana xwe anî. Hat zanîn ku Zehra ji navçeya Gimgimê ya Mûşê ye û polîsan cenazeyê wê ber bi Gimgimê ve derxistine rê. Hat ragihandin ku malbata Zehra ya derket rê dê polîs bi rê de cenaze radestî wan bikin.    Zulkuf Gezen li Girtîgeha Tekîrdagê û Ayten Beçet jî li Girtîgeha Gebzeyê li dijî tecrîdkirina Ocalan dawî li jiyana xwe anîbûn.