QSD’ê merasîma serfiraziyê li dar xist 2019-03-23 18:02:37   DÊRA ZORÊ - QSD’ê ji bo îlankirina serfiraziya li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê merasîmek li dar xist. QSD’ê diyar kir ku wê têkoşîna li dijî çeteyan bidome.   QSD’ê di çarçoveya  "Pêngava Bagera Cizîrê" ya Şerê Tinekirina Terorê de, Baxoz ji DAÎŞ’ê rizgar kir û dawî li serweriya DAIŞ'ê ya li Sûriyeyê anî. QSD’ê ya di 21’ê Adarê de rizgarkirina Baxozê ragihand, dest bi xebatên lêgerîn û venêrînê ya dawî ya çeteyên DAÎŞ’ kiribû, îro bi merasîmekê ala serkeftinê li Baxozê hilda. Komcivîna Çapemeniyê ku li Heqil El-Umer hat lidarxistin bi dawîbûna Pêngava Bagera Cîzîrê hat ragihandin. Îro bi beşdarbûna Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyê ya Demokeratîk MSD'ê îlham Ehmed,Hevserokên Meclîsa Bakur Rojhilatê Sûriyê, Fermandarên YPJ/YPG û QSD'ê her wiha bi dehan şervanên ku di şer de birîndar bûbûn amade bûn.    Piştî deqeyek rêzgirtin û merasîma leşkerî Fermandarê Giştî ê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdê, Hevseroka Desteya Rêbeber a  MSD'ê îlham Ehmed, Hevserokê Meclîsa Bakur Rojhilatê Sûriyê Elî Mihbaş û Wezîrê berê ê Emerîka yê Wîleym Robak axivîn. Di axaftinan de spasiya hêzên QSD'ê hat kirin û wiha dom kir: "Bi hêz û vîna QSD'ê îro hemû cîhan ji terora DAÎŞ'ê rizgar bû. Hêzên QSD'ê li ser paradigma Netewa Demokratîk têkoşiyan û ew serkeftin bidestxist."   Di dawiya axaftinan de hat diyar kirin ku dê Emerîka hê zêdetir alîkariya QSD'ê bike da ku metirsiya DAÎŞ û îdeolojiya wan li dijî gelê herêmê bi dawî bike. Komcivîn bi wergirtina xelatan li saziyên siyasî û leşkerî, bi dawî bû.