'Êdî bes e dengê dayikan bibhîzin' 2019-03-23 17:38:35   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê û EGE-TUHAYDER ji bo girtiya siyasî Ayten Beçet a li Girtîgeha Gezbeyê çalakiya fedayî pêk anî daxuyanî dan.   Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê û Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtîyan (EGE-TUHAYDER) ji bo çalakiya Ayten Beçet daxuyanî dan. Rêveberên ÎHD'ê û EGE TUHAYDER'ê li avahiya ÎHD'ê ya Îzmirê kom bûn û civîna çapemeniyê pêk anîn.    Li ser navê malbatan Dayika Aştiyê Medîne Kaymaz, diyar kir ku kurê wê Bayram Kaymaz li Girtîgeha Tîpa F-1 a Tekîrdagê girtiyê nexweş e û wiha got: "4 mehin nikarin bi kurê xwe re hevdîtin pêk binîm. Ez wekî dayikekê naxwazim tu kes li girtîgehê jiyana xwe ji dest bidin. Em dixwazin êdî mirin bi dawî bibin. Me di serdema hikûmeta berê de jî bang li wezareta dadê kir û me xwest ku êdî li girtîgehan mirin çênebin. Lê niha dîsa li girtîgehan şehadet pêk tên. Em dayik in û em aştiyê dixwazin. Em weki malbatên girtiyan dixwazin tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Em dixwazin parêzer û malbat hevdîtinan pêk bînin. Em gelê kurd hene û em dê hebin. Em dibêjin ji vê zilmê re bes e û me vê zilmê qebûl nakin. Zarokên me girtî bin em jî nikarin xwarin bixwin."    Rêvebera ÎHD'ê Cemîle Karakaya jî anî ziman ku wekî parazvanên mafên mirovan li dijî mirinê mafê jiyanê diparêzin û wiha got: "Daxwazên girtiyên di çalakiyê de pir zelal in. Dixwazin hiqûq û edalet pêk bê. Dixwazin hikûmet zagonên xwe pêk bînin. Em êdî mirinê naxwazin. Bila êdî mirin bi dawî bibe. Em bang li rayedaran dikin ku êdî deng û qerîna dayikan bibhîzin. Bila êdî li girtîgehan mirin bi dawî bibe."