TJK-E Ayten Beçet bi bîr anî 2019-03-23 17:10:48   NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E'ê  girtiya siyasî Ayten Beçet a li Girtîgeha Gebzeyê bi çalakiyek dawî li jiyana xwe anî bibîr anî û soza şikandina tecrîdê û têkbirina faşîzmê da.   Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E)  daxuyaniyek nivîskî da û destnîşan kir ku li pêşberî berxwedan û çalakiya Ayten Beçet bi rêzdarî û minet bejna xwe ditewînin, sersaxî ji malbata Ayten, gelê xwe û hemû jinan re dixwazin.   Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em gelê Kurdistanê û jinên Kurd di rojên bi berxwedana herî bi heybet û bi rûmet a dîrokê sedsalan herî bi rûmet dijîn. Ewladên leheng ên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ku her kêliya dijî bi berxwedanê dijîn, ji bo dîwarê faşîzmê hilweşînin, mîna duh îro jî bedena xwe dihelîne û rihê xwe ji bo azadiya gelê xwe û hemû mirovahiya hejar feda dikin. Her çendî şehadeta rêheval Ayten êş dabe dilê me jî ewqasî hêrsa ma ya li hemberî faşîzmê, şikandina tecrîdê û parçekirina faşîzmê jî xurt kiriye. Li ser vê bingehî di serî de li pêşberî berxwedan û çalakiya rêheval Ayten bi rêzdarî û minet bejna xwe ditewînin, sersaxî ji malbata Ayten, gelê xwe û hemû jinan re dixwazin."