Li Cizîrê gelek siyasetmedar hatin binçavkirin 2019-03-23 12:32:34   ŞIRNEX - Polîsan li navçeya Cizîrê bi ser gelek malan de girtin û Şaredarê Cizîrê yê berê Aydin Budak jî di nav de herî kêm 5 siyasetmedar binçav kirin.    Polîsan li navçeya Cizirê ya Şirnexê şevê din bi ser gelek malan de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de Namzetê Meclîsa Giştî ya Bajarê HDP'ê Ali Akdeniz, Şaredarê Cizîrê yê berê Aydin Budak, Rêveberê HDP'ê yê Cizîrê Huseyin Yigit, Abdurrahim Ugan û Mustafa Çomlek  binçav kirin. 5 kesên sedema binçavkirina wan nehat zanîn birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku polîsan bi ser gelek malan de girtiye û dibe hejmara kesên hatibin binçavkirin zêdetir bin.