Komîteya Amadekar a Newrozê: Tevî hemû astengiyan gel di asta heri jor de tev li Newrozê bûn 2019-03-23 12:29:14   AMED - Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê, Garip Kandemîr, tevlêbûna sed hezaran a Newrozê û peyama Newrozê nirxand û diyar kir ku qada Newrozê ku sed hezaran kesên tev lê bûn, renge Kurdistanî bû û wiha got: “Bi sed hezaran kesên tev li pîrozbahiya Newrozê bûn, ji bo siyaseta Tirkiye ya hatiye xetimandin bê vekierin peyam da. Gel nişan da ku rê û navnîşana çareseriyê Îmralî ye."    Komîteya Amadekar a Newrozê piştî bi sed hezaran kesan bi şîara "Teqez em ê bi ser bikevin, tecrîdê bişkînin" Newroz pîroz kir, li avahiya HDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anîn. Serkokê Komîteya Amadekar a Newrozê Garip Kandemir, diyar kir ku di Newrozê de çavê hemû cîhanê li ser Amedê bû û wiha got: "Em spasiyên xwe ji sed hezaran kesên qad tije kirin re dikin. Newroz bi coşek mezin, tevlêbunek xurt hat pîrozkirin. Peyama gelê Amedê ya Newrozê gihişt cîhanê. Rayedarên dewleta Tirkiye û gelên Tirkiye peyama me girt. Gelê Kurd bi Newrozê li xwe xwedî derket. Newroz cejn û îtîfaqa gelê kurd e. Qada Newroza Amedê bersîv da gelek tiştan."    'Bi sed hezaran li dijî koletiyê derketin qadan'   Garip, destnişan kir ku tevî astengî, qedexe û tundiyan dîsa bi sed hezaran gel herikî Qada Newrozê û bi coşek mezin Newroz pîroz kir û wiha got: “Otobusên şaredariya Amedê gel bar nekir. Hemû gel bi derfetên xwe hatin qada Newrozê. Di ketina qadê de izdîham pêk hat. Dîsa tevî hemû astengiyan gel di asta heri jor de tev li Newrozê bûn. Bi sedhezaran li dijî koletiyê derketin qadan. Gelê me koletî qebûl nekir, nake û dê neke. Qada Newrozê qada berxwedanê ye."    Garip, ji îtîfaqên kurd, partî û rêxistinen civakî û nûner û heyetên ku ji dervê welat hatine û tev li Newrozê bûn re jî spasiyên xwe anî ziman û wiha axivî: "Gel bertekên xwe nişanî siyaseta hatiye xetimandin da. Qada Newroza Amedê qada gelê mazlum e. Êdî ji bo Newroza Amedê pêdivî bi dawetiyê nake. Kî dibe bila bile divê bê li vê qadê peyamê bide. Li tevahiya cîhanê qadek wekî vê qada Newrozê Azad tune ye. Gel li qada Newrozê daxwazên xwe yên azadî û aştiyê anîn ziman. Bersîv da polîtîkayên Tirkiye ya hatiye xetimandin. Qada Newrozê bi rengê Kurdistanê hat xemilandin. Di rewşek awarte de bi sed hezaran gelê Kurdistanê hat tev li Newrozê bû. Gel li Qada Newrozê peyam da. Diyar kir ku krîsa li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn xetimiye krîza siyasî ye. Dîsa destnîşan kirin ku çareseriya vê krîsa siyasî li Îmraliyê ye. 4 salin agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê stendin. Ji bo ev tecrîd bi dawî bibe divê deriyê Girtigeha Îmraliyê bê vekirin. Bi sed hezaran Îmralî wekî navnîşana çareseriyê nîşan da. Xwestin bêhiqûqiya li Îmraliyê bi dawî bibe. Qada Newrozê Kurdistani bû. Gelê Kurdistanê gotin em li vir in. Em naçin tu derê. Gotin 'Yên dixwazin bila ji vir biçin'. Bersiv da her tiştî."