Ozlem Soyler a girtî: Ev doza rûmetê ye 2019-03-23 10:38:13   KOCAELÎ - Ozlem Soyler a li Girtîgeha Jinan a Gezbeyê 98 roj in di grevê de ye bi nameyê bal kişand ser greva birçibûnê. Ozlem, wiha got: "Ev dozeka rûmetê ye."   Ozlem Soyler a li Girtîgeha Jinan a Gezbeyê 98 roj in di greva bêdawî û bêdorveger de ye bi nameya xwe bal kişand ser greva birçibûnê. Di nameyê de wiha hat gotin: "Em dizanin ku her kes ji rewşa me bi fikar û metirsîdar in. Ev di warê manewî û moralê de hêzê dide me."   Di roja 85'an de name nivîsiye   Ozlem Soyler di sala 1985’an li Umraniye ya Stenbolê hatiye dinê. Bavê wê ji Erziromê ye, dayika wê jî ji Trabzonê ye. Ozlem di sala 2002’an de tevlî têkoşînê dibe. 2012’an li Amedê tê girtin û 17 sal û 10 meh ceza lê hatiye birîn. Ozlem a li Girtîgeha Jinan a Gezbeyê tê girtin, li ser armanca çalakiyê, hêvî û daxwazên xwe bi nameyek anî ziman. Ozlem di roja 85’an a çalakiyê de ev name nivîsiye.    'Li hemberî civakê jî tecrîd tê meşandin'   Ozlem di nameyê de ev tişt got: “Li dijî tecrîdê em di nava tevgerê de ne, lê li hemberî me jî her ku diçe tecrîd tê kûrkirin. Tenê ne li ser me li ser hemû civakê tecrîd tê meşandin. Ev tişt min gelek xemgîn dike. Di warê moral û biryardariyê de mîna roja yekem em bi hêz û bi moral in. Ev doz, dozeke rûmetê ye. Divê gel bêtir xwedî berxwedanê derkeve. Hêviya me ji heskirî, malbat, dost û gelên Tirkiye û Gelê Kurd ev e. Denîz, Mahîr, Kemal û Sakîne ji bo me mîrasek baxçeyê gelan hiştiye û divê herkes xwedî li vî baxçeyî derkevin."   Ozlem di nameya xwe de bal kişand ser tecrîdê û wiha dirêjî da nameya xwe: "21 sal in li Îmraliyê tecrîd heye, wijdan û sebra me tê pîvan. Me jî têra xwe derb xwariye. Divê em vê birîna civakî bi lezgîn derman bikin. Em dibîhîsin ku her kes ji rewşa me bi fikar in. Ev di warê manewî û moral de hêzê dide me, lê li cihê xwe sekinandin û bêdengbûn mirovan dixe nava fikaran. Ez di roja 85’an a çalakiyê de me. Min rewşa xwe ya tendûristiyê bi zanetî nenivîsand, ji ber ku rewşa me bi bûyerên pêk bên ve girêdayî ye. Bi hêviya welatekî azad li hev bicivîn û bi hêviyên berxwedanê…”