Li Amedê kelecana hilbijartinê: Serkeftin wê ya gel be 2019-03-23 09:17:10   Gulîstan Azak   AMED - Li Amed a ku xebatên hilbijartinê bê navber berdewam dike, gel diyar kir ku wê agirê Newrozê bibin ser sindoqên hilbijartinê û wiha got: "Di vê hilbijartinê de serkeftin wê ya gel be. Bi barana nîsanê re wê qeyûm ji bajaran bê paqijkirin."   Ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê re demek kurt ma û li Amedê gel nêrînên xwe yên der barê hilbijartinê de anîn ziman. Jinan da zanîn ku bi kelecana hilbijartina herêmî ya 2019’an de agirê Newrozê gur kirine û got biharê sindoqên hilbijartinê jî germ kirine û got ew nêzî serkefktinên mezin in. Jina bi navê Oyla Olgar daxuyakirin ku ji encamên hilbijartinê gelek bawer in û got wê qeyûman bişînin û carek din wan nêzî sînorê bajar nekin û wiha got: “Bi bayê barana nîsanê re wê qeyûm ji bajarên me bên derxistin.”   ‘Em ê bi ser kevin’   Jina bi navê Lorîn Dîcle jî destnîşan kir ku di rewşa AKP carek din serî li xîle û lîstikan nede de wê HDP serkeftinek mezin bi dest bixe û got: “Tevî xîle, talan û dolanê em ê bi ser kevin. Dengê min tune lê hemû malbata min dide HDP’ê. Ez wek namzeta hilbijêriyê dikarim bêjim em ê bi ser kevin.Wê serkeftin a gel be.”   Jina bi navê Hulya Bîlîr jî balkişand ser qeyûmên tayînê şaredariyan bûne û ev tişt daxuyand: “Pergala qeyûm li welatekî bi demokrasiyê bi rê ve diçe qet nayê. Serokomar li cihên ku dizane wê bidest nexe, bi riya qeyûm bi rê ve dibe. Qeyûm taşeronên AKP’ê yên bi şandine herêmê ne. Heta AKP di siyasetê de be wê zilma li ser gelan jî bidome.”   ‘Bila dewlet demildest pêngavê bavêje’   Sevîm Altindag jî bi lêv kir ku ew qeyûman naxwazin û got ji bo qeyûman bişînin divê her kes dengê xwe bide HDP’ê û got: “Ji bo tecrîda li ser Ocalan rabe girtî ketine grevê. Me gelek zilm ji dewletê dît. Em ê di 31’ê Adarê de xwedî li sindoqan derkevin. Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag ji ber van sedeman di hundir de ne. Niha bi sedan zarokên me di grevê de ne. Em ji bo xwedî li ciwanên xwe derkevin hatin vir. Divê dewlet demildest pêngavê bavêje.”