Ji dayika lawê wê di grevê de bang: Dayik dikarin vê bêdengiyê bi dawî bike 2019-03-23 09:12:41   Zeynep Durgut    WAN -Greva birçîbûnê ya ku ji aliyê Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê Leyla Guven ve hatiye destpêkirin, li girtîgehan berdewam dike. Zafer Saglam ê ku 88 roj in li girtîgeha Silîvriyê di greva birçîbûnê de ye rewşa wî ber bi xetereyê ve diçe. Dayika Zafer Halîme Saglam  bang li hemû kesî kir ku deng bidin berxwedanê û got ku wê bêdengî bibe sedema mirinê ji ber wê divê di serî de dayik tu kes bêdeng nemîne û bibin dengê girtiyan."    Çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji aliyê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 136'an de didome. Çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de di roja 88'emîn de didome. Çalakî ji 1'ê Adarê şûnde li hemû girtîgehan belav bû. Li dijî çalakiyên greva birçîbûnê hikûmet bêdengiya xwe diparêze û rewşa girtiyan her roj ber bi xetereyê ve diçe.Dayika girtîyê di greva birçîbûnê de  Halîme Saglam  kurê wê di girtîgeha Silîvriyê ya tîpa L’yê de de  88 roje di greva birçîbûnê de ye. Halimeyê bang li dayikan kir û wiha got: "Werin em biçin Enqereyê û bibin dengê zarokên xwe.  Dayik dikarin vê bêdengiya xira bikin."   Di sala 2017'an de bedena xwe da ber agir   Zafer Saglam yê ku li Girtîgeha Tîpa L ya Hejmar 5 girtî ye yek ji kesên ku di greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger de ye û çalakiya xwe di roja 88'an de berdewam dike.    Zafer di sala 2017'an de jî bi heman daxwazê 14  rojan ketibû greva birçîbûnê û piştre li girtîgeha niha lê ye bedena xwe da ber agir. Zafer piştî ku bedena xwe da ber agir ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve mudaxele li çalakiya wî hatibû kirin û ji ber vê çalakiya ku kiribû bi 21 roj cezayê hucreyê hatibû cezakirin.     ‘Sala 2017’an de bedena xwe da ber agir'   Halimeyê anî ziman ku li dijî zilmê berxwedan ferze û got ku kesên  dibêjîn em xwedî wîjdanîn divê bêdeng nemînin û wiha axivî;” Kurê min di  girtîgeha Silîvriyê ya Tîpa L’yê de 88 rojin  di greva birçîbûnê de ye. Ji bo ku azadî aşitî û wekhêvî pêk were dest bi vê grevê kirîne. Daxwaza wan daxwaza hemû gelên aşitîxwaz û demokrasi xwazane. Kurê min di sala 2018’an de 14 kanûnê ji bo ku tecrîtê şermezar bike bedena xwe da agir. Lê ji aliyê rêveberiya girtîgeha mudexele hate kirin û rakirin nexweşxanê. Pişt re 20 roj cezaya hucreyê dane.  Niha jî lawê min ji heman daxwaziyan re ev 93 rojin di greva birçîbûnê de ye. Heta ku daxwaziya wan neyê cih ew ê dev ji vê têkoşînê bernedin.    'Wê dîrok wan efû neke'   Halimeyê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku li dijî grevên birçîbûnê bêdengî bidome ew ê wekî dayikên girtiyan bêdeng nemînin û wiha dom kir;” Heta ku zarokên me  bi ser nekevin dest ji vê berxwedanê bernadin. Em jî dest ji berxwedanê berndin, li pey berxwedana wan û daxwaziya wan în. Ger ku tiştek were serê zarokên me berpirsyarê vê hikûmeta AKP’ê ye. Ez ji Erdogan re dibêjim ‘Ew dikare tenê rojekê bihêle ku zarokên wî birçî bimînin?’ Zarokên me bi rojan e di grevê de. Li ber çavên me laşe wan dihele û her roj nêzî mirinê dibin. Yên ku zarokên me anîne vê rewşê bila tenê rojekê bibin kurd ka ew ê li dijî vê zilmê bikaribin bisekînin. Na nikarin. Wê demê  çima bêdengin û çima dengê zarokên me nabihîzin. Dilê me û kezaba me dayikan  dişewite. Zarokên me di greva birçîbûnê  dene em ê çawa xwarinê bixwîn. Em ji bi wan re di greve de ne. Daxwaza wan daxwzek  meşru û daxwaziyeke di cih deye. Bila gelê me vê bêdengiyê perçe bike û deng bide berxwedana zindanan. Ew kesên ku niha li dijî vê berxwedana zindanan bêdeng dimînin wê dîrok wan efû neke.”   'Berxwedan jiyan e wê zarokên me bi ser kevin'   Halimeyê di dawiya axaftina xwe de bang li dayikên girtiyan kir ku werin li dijî vê çalakiyê ber bi Enqereyê ve bimeşin û wiha dawî li axaftina xwe anî;” Ez dixwazim ku hemû dayik kom bibin û em dengê zarokên xwe heta Enqereyê bibîn. Heta ku Enqere bi dengê Dayika neheje hikûmet wê bêdengiya xwe bidomîne. Serkeftin ya zarokên me ye. Berxwedan jiyane, wê zarokên me bi ser kevin.”