‘Jin bi zanebûn hedef tên girtin’ 2019-03-23 09:00:44   Habîbe Eren   ENQERE - Femînîst aktîvîst Berrîn Sonmez diyar kir ku jin ji ber sekna bi biryar bi zanebûn hedef tên girtin û wiha got: “Yek ji sedemên zêdebûna êrîşan, nerehetiya li hember femînîstên misliman in. Tevgera jinan xwedî hêzek bi bandor e û ev jî mirovan dide tirsandin.”   Di 8’ê Adarê de 17’emîn Meşa Şevê ya Femînîst pêk hat û jinên di meşê de rastî êrîşa polîsan hatin bi gotinên weke ‘dema ezan dixwend difîkandin’ hedef hatin nîşandan û meşa wan hat manupulekirin. Ji aliyê rayedarên hikûmetê ve tehdîd û heqeret hatin kirin. Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu di bernameyek televîzyonê de manîpulasyona ezanê dubare kir û bûyerên Çorum û Mereşê bi bîr xist. Ev nîqaş di rojevê de hîna cihê xwe digirin.”   ‘Jin îsal bi biryartir bûn’   Nivîskar femînîst Berrîn Sonmez destnîşan kir ku sala borî jî Meşa Şevê ya Femînîst hatiye astengkirin û Kolana Îstîklalê ji jinan re hatiye girtin û ev tişt anî ziman: “ Îsal jin jî, hêzên ewlehiyê jî bi biryar bûn. Ji ber nikaribûn pêşî lê bigirin, bi çapemenî û çapemeniya civakî kampanya reşkirinê hat meşandin. Em dikarin bêjin ku ev kampanya reşkirinê bi zanebûn tê meşandin. Jin bi zanebûn hedef tên girtin. Tu rêxistinên polîtîk nikarin meşên wisa bikin, di vê hawirê de meşa jinan jî girîng e.”   ‘Dixwazin hişê gel tevlihev bikin’   Berrînê destnîşan kir ku desthilatdarî ji bo polîtîkayên xwe bide meşandin, hewl dide jinan wek ‘potansiyela sûc’ bide nîşandan û ev tişt anî ziman: “Ji bo salan pêş jî xuyaye ku bi hincetên cuda qedexeyên tund ew ê bînin. Bi taybet beriya hilbijartinên herêmî êrîşên li hemberî têkoşîna jinan zêde bûne. Li welatê me mixabin tu carî hilbijartin di hawirek adîlane û wekhev de pêk nehatin. Desthilatdariyê her tim çavkaniyên cemawerî ji bo xwe bi kar anî.”   ‘Nirxên îslamî vediguherin alava netewperestiyê’   Berrînê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku li cîhanê nîjadeperestî zêde bûye û ev jî bi binpêkirina baweriyên olî pêk tê û wek teşeyê nû yê nîjadperestiya etnîsîteyê dertên pêş me. Berrîn ev tiş anî ziman: “Li hinek deveran îslamofobî zêde dibe. Em jî dibînin ku derketina pêş a nirxên îslamî vediguhere alava netewperestî û dewletê. Di 8’ê Adarê de yek ji aliyên ku herî zêde hatin hedefgirtin jinên muhafazakar yên pankart rakirin bûn. Pankarta jinên serê wan girtî a weke ‘Hûn xweda ne, bila malbata we têk biçe’ di çapemeniyê de hedef hat girtin. Wisa xuyaye ku femînîstên misliman gelek aliyan nerehet dike. Tevgera jinan xwedî hêzek bi bandor e û ev jî mirovan dide tirsandin.”