Li Aydinê jinek hat qetilkirin 2019-03-23 08:52:13   AYDIN - Li Navçeya Efeler Ercan Ozturk, Zeynep Ozturk a ku dikira dev ji wî berda, qetil kir.    Li Navçeya Efeler a Aydinê Ercan Ozturk(51), Zeynep Ozturk(45) a ku dikira dev ji wî berda, qetil kir.    Ekîbên ku hatin cihê bûyerê diyar kirin ku Zeynepê jiyana xwe ji dest daye.    Bersûc Ercan Ozturk jî hat binçavkirin.   Her wiha hat hînbûn ku rûniştina doza hevberdanê ya ku Zeynep serî lê dabû dê di 3'ê Nîsanê de bihata dîtin.