Jinên qert ji Leyla Guven re şandin: Em dixwazin bijîn û bidin jiyîn 2019-03-22 15:39:20   STENBOL - Jinên ji bo qertên piştevaniyê ji bo Leyla Guven bişînin li Postaneya Kadikoyê hatin gel hevdu gotin:"Em dibêjin bila rayagiştî bi hestiyarî tev bigere. Em dixwazin bijîn û bidin jiyîn."   Gelek jinên ku gotin "Em bi Leyla re di nava piştevaniyê de ne, deng bidin Leyla" li Postaneya Kadikoyê hatin gel hevdu. Qertên piştevaniyê ji bo Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ku ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe ketibû greva birçîbûnê re, şandin.     Endama Koordinasyona Jinê û Meclîsa HDP'ê Ayşe Berktay li ser navê jinan daxuyanî da û bi bîr xist ku Leyla di roja greva birçîbûnê ya 135'an de ye.   'Divê rayagiştî hestiyar tev bigere'   Ayşe wiha domand:" Em dixwazin bijîn û bidin jiyîn. Ji bo mirova bijî têkoşîn girîng e. Divê daxwaza rakirina tecrîdê bê qebûkirin. Ev vê tecrîdê bi tu awayî rast nabînin. Em dibêjin bila rayagiştî bi hestiyarî tev bigere."   Piştî daxuyaniyê jinan qertên ji bo Leyla nivîsandibûn şandin. Çalakî bi şandina qertan bi dawî bû.