Polîsan mudaxaleyî standa HDP'ê kirin: 5 kes hatin binçavkirin 2019-03-22 14:46:15   STENBOL- Polîsan li Kadikoyê mudaxaleyî standa HDP'ê ya ji bo xebatên hilbijartinê kirin û 5 kes kirin bin çavan.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Kadikoya Stenbolê stand ava kiribû. Polîsan bêyî ku hincetekê nîşan bidin mudaxaleyî standê kir, xwest stand bê rakirin û 5 kes kirin bin çavan.    Hat hînbûn ku HDP'yên hatine binaçvkirin li Emniyeta Kadikoyê tên girtin.    Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin   Her wiha di encama operasyona ku li Stenbolê hat kirin de gelek kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku kesên hinceta binçavkirina wan nehatine diyarkirin li Emniyeta Stenbolê ya Vatanê tên girtin. Kesên ku hatine binçavkirin û heta niha navên wan diyar bûne wiha ne:"Barış Balıkçı, Murat Aksak, Barış Arslan, Dersim Cesur, Sidar Cesur, Omer Kahraman."