Ugur Şakar ê li dijî tecrîdê xwe şewitand jiyana xwe ji dest da 2019-03-22 14:18:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Ugur Şakar ê li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Almanya bedena xwe dabû ber agir, li nexweşxaneya lê tedawî dibû, jiyana xwe ji dest da.    Ugur Şakar ê li dijî tecrîdê agir bi bedena xwe xist û ji sedî 64 bedena wî şewitîbû û li Duîsbûrgê li nexweşaneyê tedawî dibû; jiyana xwe ji dest da. Bijîşkan, piştî ku Ugur gihandibûn nexweşxaneyê, ji ber sedema ku rewşa wî giran bû, serdan qedexe kiribûn. Bijîşkan di 20'ê Sibatê de , hewldana polîsan ku îfadeya wî bistînin asteng kiribû. Ugur beriya çalakiyê bi nameyekê bal kişandibû tecrîdkirina Ocalan, grevên birçîbûnê û zextên dewleta Elman. Şakar ê ku di nameyê de çalakiyên grevên birçîbûnê slav kirîbû, gotibû, ''Tevgera PKK'ê felsefeya ''berxwedan jiyan e'' hînî me kir. Em li ku derê jî bin, berxwedana li dijî bêdadmeniyê deynê ser stûyê me ye.''   Ugur bêdengiya welatên Ewropayê şermezar kiribû, bi taybetî li dijî bêdengiya CPT'yê helwest nîşan dabû û gotibû: "Ez tundiya polîsên dewleta Elman û zextên siyasî yên li ser Kurdan şermezar dikim. Li şûna ku bi koletî bijîn, ez bang li her Kurdî dikim ku ji bo jiyaneke bi azadî li ber xwe bidin. Bi mîsogerî em ê bi ser bikevin. Em li dora hevalên ku li dora Rêbertî kom bûne, em xwe kom bikin.''