Ferîbot binav bû: Nêzî 100 kesî jiyana xwe ji dest da 2019-03-22 12:38:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mûsilê ferîboteke li ser Çemê Dîcleyê ku pir hatibû tijekirin noq bû û nêzî 100 kes mir.   Drama li Mûsilê dema pîrozbahiyên Newrozê pêk hat. Kesên ku jiyana xwe ji dest dan, dixwestin ku çêm derbas bikin û biçin qada pîknîkê ya ku cejna Newrozê bi giştî lê dihate pîrozkirin. Lê ji ber sedema ku ferîbot pir tije bû û ava çêm rabûbû, ferîbot noq bû.    Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxweyî  di encama noqbûna ferîbotê de 94 kes mirin. Serokwezîr jî daxuyaniyek da û got di nav kesên mirî de 61 jê jin in. Rayedaran her wiha ragihandin ku 19 zarok û 55 rêwî hatine xilaskirin. Serokwezîrê Iraqê Adil Evdil Mehdî 3 roj şîn ragihand, çû cihê bûyerê û morgê. Neteweyên Yekbûyî jî got, ''trajediyeke pir giran e''.