Li Licê mirina jinekê ya bi guman 2019-03-22 12:29:30   AMED - Li Licê hat diyarkirin ku jina bi navê Ozlem Golu ya ev 7 meh in li Licê mamostetî dikir bi awayekî bi guman dawî li jiyana xwe anî.   Hat îdiakirin ku  jina bi navê Ozlem Golu (30) ya li dibistana seretayî a Kuçeya Çeperê ya Licê ya Amedê mamostetî dikir dawî li jiyana xwe aniye. Hevalên Ozlemê yên ku dîtin Ozlem nehatine dibistanê telefonî wê kirin. Dema Ozlemê bersiv neda telefonê hevalên wê çûn mala wê û dîtin ku mîrîye.    Li ser vê yekê hevalên Ozlemê agahî dan emniyetê. Polîs û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Dozgerê Komarê hat û lêkolîn li cihê bûyerê kir. Cenazeyê Ozlemê ji bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Licê.    Hat diyarkirin ku Dozgeriya Komarê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.    Hat hînbûn ku Ozlema ji Erganiyê ye 7 meh berê li Licê dest bi peywira mamostetiyê kiriye.