Rojnameger Semra Turan serbest hat berdan 2019-03-22 12:22:38   ENQERE - Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Semra Turanê 4 roj bû di binçav de bû îro serbest hat berdan.    Li Dêrsimê nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Turan hatibû binçavkirin û wênekêşa wê hatibû desteserkirin. Semra piştî ku rojekê di binê çavan de hat ragirtin sewkî edliyeyê kirin û pişre serbest hatibû berdan. Dîsa ji emniyetê saet di 07.00'an de bi rêya telefonê li Semrayê geriyan û gotin,"wer wênekêşa xwe bigire" Semra ya ku çû wênekêşa xwe ya hatiye desteserkirin ji emniyetê bigire, bi hinceta ku li Enqereyê derbarê wê de lêpirsîn hatiye vekirin hatibû binçavkirin. Semra ji wê derê bi wesayitê birin Enqereyê.     Piştî ku îfadeya Semra Turan li dozgeriyê hat girtin serbest hat berdan.