Ji girtiyên siyasî deklarasyon 2019-03-22 12:14:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên siyasî deklarasyonek da û dan zanîn ku tekana rêya şikandina vê konsepta îmha û qirkirinê bi rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û ji bo vê jî greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bi biryardarî dê bidome.   Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan deklarasyonek weşandin. Girtiyan gotin daxwazên wan ên bi 7 xalan heta ku bi cih neyên ew ê çalakiya xwe bidomînin. Li ser navê girtiyên PKK'ê û PAJK'ê Denîz Kaya deklarasyon da.   Di deklarasyona girtiyan de wiha hate gotin: "Bi xwedîderketina li Newrozê hêvî û serfiraziyê em berxwedana gelê ku bûye Newroz pîroz dikin. Ji Mazlûm Dogan heta bi Zekiya, Ronahî û Bêrîvanan ku li zindanên faşîzmê bi dirûşma ''teslîmbûn mirov dibe îxanetê, berxwedan dibe serfiraziyê'' nemir bûne, em şehîdên xwe yên Newrozê bi hurmet û minet bi bîr tînin û di şexsê wn de, Newroza Rêbertiya me, ya şehîdên me yên leheng, a gelê xwe û hevrêyên xwe yên şervan pîroz dikin. Newroz li hêlekê mizginiya biharê ye û li hêla din, dibe ew roja ku ji bo rejîmên faşîs û qirker tirsê ava dike.Em girtiyên PKK'ê û PAJK'ê yên ku li zindanên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê têne girtin, ji bo ku rejîma faşîst di serî de tecrîda li ser Rêbertiya me rake, bibe xwedî şertên jiyan û xebata azad, em ê berxwedana xwe bi biryardarî bidomînin. Tê zanîn ku di pêvojaya çalakiyê de tu fikara me ya dadgehê tune, em derkevin derve jî em ê çalakiya xwe bidomînin. Di vê çarçoweyê de, divê were zanîn em ê derneyên dadgehê, heke zorê bi kar bînin û me bibin jî em ê parastinê nedin.  Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê berxwedana xwe ya greva birçîbûnê bidomînin. Debdebeya berxwedana me ji dîwarên zindan û dadgehan derbas bûye,  li dijî vê bêdadiyê bi berxwedanê me daxwaza xwe ya rewa û helwesta xwe nîşan daye."   Di berdewamiya deklarasyonê de wiha hat gotin: "Tecrîda li ser Rêbertiya me, nîşan dide ku konsepta giştî ya îmha û qirkirinê sazkar e. Tekana rêya şikandina vê konseptê rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me ye. Ji bo vê jî, em girtiyên PKK'ê û PAJK'ê em greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bi biryardarî didomînin. Wekî encam; xalên ku li jêrê têkilî tecrîdê ne em ê deklara bikin, divê kêlî beriya kêliyekê werin bicihanîn û werin mayîndekirin."   Daxwazên girtiyan   Li gorî vê;   1-Di çarçoweya qanûna berdest de mafekî rewa ye ku Rêbertiya me malbata xwe û wasiyêê xwe bi rengekî perîyodîk bibîne û divê ev neyê astengkirin.   2-Divê Rêbertiya me bi rengekî periyodîk parêzerên xwe bibîne û ev qut nebe.   3-Divê Rêbertiya me di çarçoweya qanûna berdest de bikaribe bi malbata xwe re bi telefonê biaxive, bikaribe name, faksê û hwd. bişîne her deverê an jî ev neyê astengkirin û ev mafê sereke neyê serdestkirin.   4-Divê mafê radyo û tv'yê ya Rêbertiya me bê misogrekirin û neyê astengkirin û rojane, hemû rojname, kovar, pirtûk û hwd. yên ku dixwaze werin bicihanîn.   5-Divê Rêbertiya me bi perîyodîk bikaribe hevalên xwe bibîne û ev mafê qanûnî neyê astengkirin.   6-Ji bo ku şertên jiyana bi tendirustî yê Rêbertiyame were çêkirin, ji hêla şandeyên serbixwe ve şertên tedawiyê werin bicihanîn.   7-Ji bo çareseriya  demokratîk û aştiyane ya  pirsa Kurd û di demokratîkbûna Rojhilata Navîn de Rêbertiya me bi risteke çalak rabe, divê astengî werin rakirin, şertên jiyana azad û xebata azad were bicihanîn.   Di normên hiqûqa gerdûnî de cihê van hemû daxwazan heye û li ber pêkhatina wê ti astengî tine. Lê ku hikûmeta berdest di vê mijarê de ji rewşa astengbûnê derkeve, li ber destê çavdêran gavan bavêje ku van xalên ku me li jor destnîşan kirine bi cih bîne û domdariya vê pêk bîne, em ê jî li ber destê navbeynkaran û çavdêran di raya giştî de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bi cih bînin. Berevajî heta ku tecrîda li ser Rêbertiya me bidome berxwedana me wê bidome. Di rewşeke wiha de ku hevalên me şehîd bibin jî wê berpirsiyar hikûmeta AKP-MHP'ê bin. Divê hemû gelê me û raya giştî vê wiha bizanibe."