MKGP: Dê çîrokên nîvcomayî yên Nûjiyan temam bikin 2019-03-22 10:47:53   AMED - MKGP'ê di salvegera qetilkirina rojnameger Nûjiyan Erhan de bi daxuyaniyekê ew bi bîr anî û destnîşan kir ku dê çîrokên nîvcomayî yên Nûjiyan temam bikin.    Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP), rojnameger Nûjiyan Erhan (Tuba Akyilmaz) li Bajarokê Xanesorê yê dema nûçe dişopand ji aliyê hêzên girêdayî Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) hedef hat girtin û piştre jiyana xwe ji dest da, bi daxuyaniyeke nivîskî bi biranî. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Nûjiyan ji bo çapemeniya jin a kurd gelek girîng bû, dê kevneşopiya wê bidomînin.    Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: "Nûjiyan Erhan dema nûçe dişopand ji hêla hêzên PDK'ê ve hat qetilkirin û 2 sal di ser qetilkirina wê re derbas bû. Di 3'yê Adara 2017'an de ji serê xwe birîndar bûbû û li Nexweşxaneya Hesekê di 22'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Nûjiyan jî wekî Gurbeteli Ersoz, Ayfer Serçe, Deniz Firat li dû xwe mîrateyek mezin a rojnamegeriyê hişt.  Nûjiyanê li dû xwe gelek çîrokên jinan yên nîvcomayî hiştin. Em ê weki xebatkarên jin ên çapemeniya azad li mîrateya wê û werektiya wê bighinîn pêşerojê. Cirokên ku nîvco hiştine temam bikin."