Çalakiya Leyla Guven di roja 135'emîn de ye 2019-03-22 10:34:13   AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger a Leyla Guven ku li dijî tecîrda li Îmraliyê daye destpêkirin di roja 135'an de berdewam dike.    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 135'an de berdewam dike. Leyla ya ku di 25'ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li mala xwe ya li taxa Bagcilar a Baglarê berdewam dike. Serdanên ji bo Leylayê berdewam dikin û dorpêça polîsan a li ber mala wê jî berdewam e. Piştî Leylayê bi heman daxwazê  li Herêma Federal a Kurdistanê çalakiya Nûnerê HDP'ê Nasir Yagiz di roja 122'an de, Li strasbourgê 14 kes û li Gallerê ya Îmam Şîş di roja 96'ê de. Ya Endama Meclisa Îştar Fadîle Tok di roja 62'an de, ya Hevseroka DBP'ê ya berê Sebahat Tuncel û ya parlamentera DHP'ê ya berê Selma Irmak ku li girîtgehê dane destpêkirin di roja 66'emîn de û li bajarê Toronto yê Kanadayê çalakiya Yusuf Îba ku daye destpêkirin di roja 69'an de berdewam dike.  Herwiha  Çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de ya koma yekemîn di roja 96'emîn de û çalakiya girtiyan ji 1'ê Adarê şûnde li hemû girtîgehan belav bû.    Li avahiya HDP'ê ya bajêr çalakiya nobetê hat destpêkirin   Çalakiya ku parlamentera HDP'ê Dêrsim  Dag 3'yê Adarê de da destpêkirin û ya Parlamenterên Wanê Tayîp Temel û Murat Sarisaç ku di 8'ê Adarê de dest pêkirin jî berdewam dike. Bi parlamenteran re ji endamên partiyê Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer piştî serdegrtina avahiya bajêr hatin binçavkirin û piştre jî hatin girtin, ji bo Salîh Cansever, Abdulhalik Kurt û Yusuf Ataş jî cezayê hepsa malê hat dayîn û çalakiya xwe berdewam dikin.     Herwiha gelek kes jî ji bo piştevaniya bi çalakiya parlamenteran re li avahiya HDP'ê ya Amedê dest  bi çalakiya nobetê ya ku wê 2 rojan berdewam bike kirin.    Kesên hatin tahliyekirin li malê çalakiyê berdewam dikin   Sedat Akin ê ku li girtîgeha Erzîcan a Tîpa T dest bi grevê kiribû piştî ku hat tehliyekirin  çalakiya xwe li malê di roja 75'emîn de berdewam dike. Gurbet Ektiren a ku di 15'ê çileyê de dest bi çalakiya grevê kir û hat tahliyekirin jî ji 8'ê Adarê de çalakiya xwe li mala xwe ya li Dêrika Mêrdînê berdewam dike di roja 66'an a greva birçîbûnê de ye.  Sema Akan jî di 14'ê Adarê de hat tahliyekirin û çalakiya wê ya ku li mala xwe berdewam dike di roja 77'emîn de didomîne.    Di Newroza Amedê ya mezin de tecrîd derket pêş   Do li Amedê bi dirûşma "Em ê teqez bi ser bikevin, tecrîdê bişkînin" li Amedê bi beşdarbûna bi sedhezaran Newroz hat pîrozkirin. Girseya ku Newroz pîroz kir dirûşmên ji bo şikandina tecrîdê berz kirin. Leyla Guven jî peyam şand û xwest tecrîd bi dawî bibe û got:"Newroza 2019'an Newroza Zulkuf Gezen e. Em ê di 2019'an de tecrîdê bişkînin û azad bibin. Bila hemû cîhan bizanibe ku em jiyanek di bin tecrîdê de qebûl nakin."