Parlementer Muazez Orhan: Tecrîd dibe sedema aloziyê 2019-03-22 09:40:30   Zeynep Durgut   WAN - Parlementera HDP’ê ya Wanê Muazez Orhan têkîldarî pêvajoyê nirxandin kir. Muazezê diyar kir ku girankirina tecrîdê Tirkiyeyê ber bi aloziyeke kur ve dibe.    Li Tirkiyeyê tecrît, aloziya aborî, civakî û her wiha  greva birçîbûnê ya ku ji aliyê Leyla Guven ve hatiye destpêkirin.  Her roj giran û kur dibe. Der barê pêvajoya Tirkiyeyê û polîtikayên îktîdara heyî Parlementera HDP’ê ya Wanê Muazez Orhan nirxandin kir. Muazezê bi lêv kir ku daxwazên girtiyan daxwazên dikarin bên pêkanîn û got ku girankirina tecrîdê gelan  ber bi aloziyeke civakî ve dibe.    ‘Girankirina tecrîdê polîtîk e’   Muazezê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser grevên birçîbûnê û got ku hikûmet bi girankirina tecrîdê dixwaze îktîdara xwe bi hêz bike û wiha axivî;” Ji aliyê birêz Leyla Guven ve çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin û ev daxwaz li Hemû girtîgehên Tirkiyeyê belav bû. Çalakiya ku bi pêşengiya Leyla Guven hat destpêkirin niha di roja xwe ya 135’emîn de didome. Leyla Guven ne bi tenê ye û niha ev çalakî li hemû girtîgehan belav bû. Tenê li girtîgeha Wanê 300 girtî di greva birçîbûnê de ne. Mixabin ev çalaki di nav civakê de  baş nehatine fêm kirin. Tecrîda heyî di şexsê brêz Ocalan de li ser hemû gelên Tirkiyeyê pêk tê. Daxwaz daxwazeke hiquqî û mirovî ye. Kîjan qanûnên Tirkiyeyê de ev girankirina tecrîdê derbas dibe. Lê em dizanin ku tecrîd polîtîk e. Îktîdara heyî ji bo ku hebûna xwe bi hêz bike, tecrîdê giran dike. Ji ber ku bi hişmendiyeke yekperest heye û berdewamkirina vê hişmendiyê bi girankirina tecrîdê pêkane. Lê gel li dijî vê politikaya tecrîdê bêdeng nîne.”    ‘Tecrît pêşeroja gelan tarî dike’   Muazezê destnîşanî grevên birçîbûnê yên ku li girtîgehan hatine destpêkirin kir û wiha dom kir;” Ji ber ku medyaya havuz dengê gel neda bihîstin, li girtîgehan berxwedanê dest pê kir. Em pê bawerîn ku ev tecrîd wê teqez bê şikandin. Ji ber ku bi girankirina tecrîdê pêşeroja gelan ber bi aloziyeke giran û tarî ve diçe. Aboriya Tirkiyeyê têk diçe û têkîliya bi siyaseta ji dervî welat her roj nebaş dibe. Li dijî Tirkiyeyê ji derveyî welat bertekên ciddî hene. Lê hikûmet ji bo ku gel fêrî vî tiştî bibe asteng dike û naxwaze civak van pirsgirîkan binirxîne. Bi polîtîkayên têkbirinê daxwazên Gelên Tirkiyeyê û bi taybetî jî daxwazên Gelê Kurd naxwaze bibîne. Li girtîgeha Tekîrdagê Zulkuf Gezen ji bo tecrîta li ser gelên Tirkiyeyê û tecrîda li ser brêz Ocalan bişkîne çalakiyeke fedaî pêk anî. Em naxwazîn li girtîgehan mirin pêk bê û ji bo ku agahiyên mirinê neyên divê hikûmet gavê biavêje. Girankirina tecrîdê Tirkiyeyê ber bi aloziyeke kur ve dibe.”    ‘Polîtîkayên AKP’ê zirar dide yekitiya gelan’   Muazezê da zanîn  ku hikûmet bi polîtîkayên xapandinê wê negihîje armancên xwe û got ku polîtikayên AKP’ê zirar didin gelên Tirkiyeyê û wiha domand:” Li pêşiya hilbijartinên herêmî hene. Ji bo ku ev hilbijartin di civateke aramî û demokratîk de derbas bibin, divê destpêkê êrîşên  li ser HDP’ê bên sekinandin. Bi êrîşan zirarê didin polîtîkayên demokratîk. Gel ji aloziya aborî bêzar bû. Di salên dawî de bi taybetî li dijî gelê kurd polîtikayên înkarkirin, tunekirin û pişavtinê zêde bûne. Li ser zimanê ku her roj înkar dike, ango li ser zimanê  kurdî polîtikayên hilbijartinê dide meşandin. Ev polîtîkayên xapandin û têkbirinê ne. Bi polîtikayên dûrxistina kurdan û nenaskirina kurdan wê sernekevin. Ev polîtîka zirar didin yekitiya gelên Tirkiyeyê.”   'Em ê faşîzmê têk bibin'   Muazezê bal kişand ser hilbijartinên herêmî û got ku îktîdara AKP’ê xebateke wekhev nada meşandin û wiha pê de çû;” Şaredariyên me bi qeyyûman xesp kirin. Çanda kurd, zimanê kurd û deskeftiyên jinan hedef girtin. Hişmendiya îktîdara ji xeynî hişmendiya xwe tu gelan, olan, bawerî û nirxan qebûl nake. Ew îktîdara ku gelan esas negire dikare heta ku derê hebûna xwe bibe? Serokkomar Erdogan li cihê namzetên xwe ew xebatan dide meşandin. Ev ne demokratîke ne jî exleqî ye. Bi êrîşan xebatên hilbijartinê didin meşandin. Lê em ê hem metropolên Tirkiyeyê hem jî Kurdîstanê şaredariyên xwe bigirîn û  faşîzmê têk bibîn. Ji tabana AKP’ê ji ji AKP’ê bertek heye. AKP ji jinan hez nake. Herî dawî bi minesebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê jinên ku xwestin bimeşin bi êrîşan polîsan re rû bi rû man. Serokkomar li qadan diqîre û dibêje jin li dijî bang hatine. Bi vê polîtîkayê dixwaze hêza xwe ya îktîdarî dîsa qezenc bike, lê bi vê polîtikayê wê serkeftî nebin. Ev polîtikaye sedemê Tirsbûyina îktîdarê ye. ”   ‘Ji xeynî şer tu sozên AKP’ê tune ne’   Muazezê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku îktîdar di vê pêvajoyê de her derê ji HDP’ê re astengiyan derdixîne û got ku wê 31’ê Adarê gel li dijî van êrîşan wê bersiva herî demokratîk bidin û wiha dawî anî axaftina xwe;” Li herêmê ji me re astengî ser astengiyê derdixînin. Ger ku em li ser Wanê binirxînîn, tiştek wiha heye  ew jî emnîyet destûr nade ku em biçîn cem gelê xwe û vê asteng dike. Ji xeynî şer tu vaada AKP’ê tune ye.  Jin azadiyê dixwazin, ciwan kar dixwazin û zarok pêşerojê dixwazin. Gel ji îktadarê berteke. AKP vê dizane û ji ber wê êrîşî HDP’ê dike. Lê ev polîtîkayên li dijî HDP’ê dê têk biçin. Gel dê 31’ê Adarê vîna xwe nîşanî hemû cîhanê bide. Em bi şîara em ji nû ve ava dikîn, hemû jinan, ciwanan û gelê me daxwaz dikîn ku herin ser sindoqan û dengê xwe ji xwe re ji HDP’ê re bikar bînin.”