Li Kuntarên Cûdiyê coşa Newrozê: Evder warê dayika Taybet e 2019-03-21 18:34:04   ŞIRNEX - Li navçeyên navendî yên Şirnexê Qileban û Hezexê pîrozbahiya Newrozê ku hat lidarxistin bi dawî bû. Li qadên ku bi rengan veguherîn keskesorê wiha hat gotin: " Ev der warê Haci Bîrlîk, Mehmet Tunç û Dyaika Taybet e."     Li Şirnexê pîrozbahiya Newrozê ku piştî 3 salan hat lidarxistin bi axaftin, govend û stranan bi coşeke mezin bi dawî bû.  Piştî agirê Newrozê ku hat pêxistin û axaftinan bi dawî bû.    Di axaftinên hatin kirin de Hat diyarkirin ku ev der warê Haci Bîrlîk, Mehmet Tunç û Dyika Taybet e û Botan li dijî hemû tundiyan li ser piyan e.    Li qilebanê jî pîrozbahî   Li Qilebanê jî namzedên hevşaredariyê yên HDP'ê axivîn û gotin ku ewê di 31'ê Adarê de bi ser kevin. Pîrozbahî bi govndê bi dawî bû.    Li hezexê jî pîrozbahiya Newrozê   Li Hezexê bi tevlibûna gelek kesî Newroz hat pîrozkirin. Jinên ku bi çekên xwe yên sipî yên kurdî derketin qadê bala her kesî kişandin ser xwe.  Welatiyan govned girt û çalakiya greva birçîbûnê silav kirin.    Bername govendê bi dawî bû.