Pervîn: Ên ku tecrîdê giran dikin baş li vê qadê guhdar bikin 2019-03-21 16:25:21   AMED - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di Newrozê de diyar kir ku agirê Newrozê bi berxwedana Leyla Guven geş dibe û wiha got: "Soza me ji bo Zulkuf û Kemalan heye wê azadî û aştî bi ser bikeve. Daxwazê hevalên medaxwaza me ye."    Newroza Amedê ya bi dirûşma “Em ê teqez bi ser kevin û tecrîdê bişikînin” bi tevlîbûna sed hezaran pêk hat. Li qade bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Zindanan" hat berzkirin. Pîrozbahî bi axaftina siyasetmedaran berdewam kir. Piştî konsera hunermend Pinar Aydinlar, siyasetmedar derketin ser dikê û axivîn.    'Divê daxwaz bên qebûl kirin"   Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan axivî û wiha got: “Em berxwedana Leylayan, Sebahatan û hemû girtiyan bi rûhê Newrozê pîroz dikin. Gelê hêja me şahidiya peyamên Birêz Ocalan li vê qadê û dikê kir. Îro bi tecrîdkirina birêz Ocalan şer hatiye kûrkirin û pêşiya deriyên aştî û demokrasiyê hatine girtin. Divê demildest daxwaza çalakgerên grevên birçîbûnê bê qebûlkirin û tecrîd bê rakirin. Dema tecrîd rabe dê ev qad dîsa bi peyamên Ocalan bixemile.”    'Newroz destpêka roja nû ye'   Nûnerê DDKD’ê Veysî Askar di pîrozbahiyên Newrozê de ev tişt got: "Newroz destpêka roja nû ye. Newroz cejna biharê ye. Newroz roja azadî û berxwedanê ye. Çawa Hesinkiar Kawa li dijî zilma Dehaqan derketiye em jî îro li dijî zilma îro derdikevin. Îro di rojhilata navîn de pirsgirêkek mezin heye. Ev pirsgirêk a kurd e. Heta ku nasnameya kurd û statûtiya Kurdistanê neyê nas kirin ne pêkan e, aştî pêk were. Tecrîd li dijî mirovahiyê ye. Tecrîd ne hiqûq, mirovî û ne jî demokratîk e. Tecrîd li ser tevahiya civakê belavkirine. Li ser navê welatê me tecrîd heye. Îro ji zimanê me bigire heta dîroka me qedexe ye û navê jî tecrîd e. Îro jan û êşa hemû kurdan yek e. Divê gelê kurd li gorî êşa xwe bibe yek. Serkeftina gelê kurd di tifaq û yekîtiyê de ye. Serkeftin a gelê kurd e.”    'Berxwedana Leyla û Zulkufan'   Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bal kişand ser berxwedana Leyla û Zulkufan û wiha got: "Soza me ji bo Zulkuf û Kemalan heye wê azadî û aştî bi ser bikeve. Dengê çalakgeran nayê bihîstin. Êdî vî dengî bibîhîzin. Bi milyonan mirov deng dide vî dengî. Daxwazê hevalên medaxwaza me ye. Daxwaza wan deynê stûyê me hemûyan. Amed carek din dîrok dinivîsinê. Şeş sal bere nameya birêz Ocalan min li vê qadê xwendibû. Şeş sal li vê qadê ji bo siberoja me hêvî aj dabû. Me di şahidiya milyonan de nameya Birêz Ocalan dema xwend. Hêvî û bawreiya me ya ji bo aştiyê û azadiyê çêbibû. Lê yên îro ku wê mutabakatê naxwazin pêvajoyê xelas kirin û tecrîdê li pêş xistin. Ew ên ku tecrîdê giran dikin bila îro baş li vê qadê binêrin. Heke ku ew tecrîd li pêş nexistina û mutabakata Dolmabahçeyê tune nehesibandina wê îro şer tune bûya. Ku wî ruhî tunenekirina wê îro Selahattîn Demîrtaş û hevalên xwe li ser vê dikê buna."   'Em tawîz nadin'   Pervîn da zanîn ku bila viya baş dizanibin wê ev îrade qet çonga xwe netewîne û tawîz nade û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Va Newroz û va 21’ê Adarê. Enqere û Erdogan êdî vê qadê û ruhê Amedê bibîne. Qîrîna aştî û azadiyê bibînin û bibîhîzin. Berteka li dijî tecrîdê bibînin û sê meymûn neleyizin. Gel carek din aştî û azadiyê qîr dike û denge me diçe Enqereyê û qesrê. Heke ku hûn dengê me nebihîzin wê gel qet dev ji têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê bernede."    'Em jî vê axê naçin'   Pervîn di axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartinên herêmî û wiha dom kir: "Em ê di 31’ê Adarê de biçin hilbijartinê û li dijî bloka faşîst û zîhniyeta yekperest biçin hilbijartinê. Em ê di hilbijartinê li dijî feraseta yek û yek biçin ser sindoqan. Em ê li dijî qeyûm û dagirkeriya wan biçin hilbijartinê. Wê gelê me bi hêza xwe vê zîhniyeta faşîst bişîne sergoyê dîrokê. Em ê bi îtîfaqa gelê kurd, jinan û hêzên demokrasiyê biçin hilbijartinê. Ev îtîfaq xwedî girîngiyek dîrokî ye. Li dijî ziman, çand û dîroka me îtîfaqa faşÎst ava kirine. Em ê jî bi îtîfaqa xwe we têk bibin. Li dijî îradeya kurd îtîfaqê ava kirine. Îtîfaqa me li dijî yên me ji ser axa me diqewerîne ne. Ev welat û ax ên me ne. Em cihek din nehatin vir. Em ê bejna xwe li ber kesî netewînin û ji vê axê neçin. Yên ku dixwazin biçin wa derî vekiriye kerem bikin biçin."   'Teqez em ê bi ser kevin'   Pervîn Buldan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Wê geşkirin agirê Newrozê rojên tarî ronî bike. Teqez wê Qada Amedê carek din şahidiyê ji rojên aştî, azadî û demokrasiyê re bikin. Wê berxwedana Newrozê bi ser bikeve. Teqez wê faşîzm têk biçe û wê berxwedana Leylayan bi ser bikeve. Em dibêjin em ê teqez bi ser bikevin.   'Dê tecrîd têk biçe'   Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglu jî di qada Newrozê de ev tişt gotin: “Hûn bi ruhê agirê Kawa bixêr hatin. Newroz pîroz be. Min silavên Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan, Îbrahîm Kaypakaya, kedkar û gelên Tirkiyeyê ji we re aniye û Newroza we pîroz dikin. Newroz Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn ronî dike. Newroz li dijî zilmê ye. Dilê Newrozê li cem Leyla, Nasir, girtîgehan û li Îmraliyê li gel Birêz Abdullah Ocalan lê dide. Lêgerîna Birêz Ocalan a azadî û aştiyê didome. Teqez wê ev qad bi dengên Birêz Ocalan bê olankirin. Em ji vê bawerin. Teqez em ê bi ser bikevin û wê tecrîd têk biçe.”    Berxwedana jinên kurd   Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan jî gel slav kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ez Newroza Leyla Guven û berxwedêrên zindanan slav dikim. Newroz roja berxwedanê ye. Berxwedan di roja 8'ê Adarê dest pê kir û îro jî li vir dom dike. Bi Zekiye Alkan û Rahşanan berxwedana jinan mezin bû. Dûh Dehaq û îro jî zîhniyeta AKP-MHP'ê  heye û lê berxwedana me jî li hemberî zilmkaran mezin dibe. Îro roja şikandina tecrîdê ye."