Leyla Guven: Slav Paytexta Berxwedanê 2019-03-21 14:05:43   AMED  - Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'a Colamêrgê Leyla Guven di peyama xwe de Amed slav kir û wiha got: "Newroz Mazlumê serdemê Zulkufê leheng e. Lewma navê Newroza 2019’an Zulkuf Gezen e."   Hevseroka Kongreya Civka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe 134 rojin di greva birçîbûnê de ye, ji bo Cejna Newrozê peyam şand. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag peyama Leyla Guven xwend. Dersîm, bang li sed hezaran kir û got: "Me slavên Leyla ji were aniye. Me berxwedan ji were aniye. Berxwedan teqez wê bi ser bikeve. Dersîm peyama Leyla Guven a Newroza Amedê xwend. Peyama Leyla wiha ye:    "Slav Amed!   Slav Paytexta Berxwedanê!    Slav dayikên canfeda, ciwanên leheng! Ez we hemûyan bi rihê berxwedana zindanan hembêz dikim. Gele me yê hêja! Newroz destpêka bihar ye, vejîna azadiyê ye. Newroz li zindanan qêrina Mazlum, li bircên Amedê govenda Zekiye, li dervayê welat meşaleya Ronahi û Rahşana ye. Niha jî Newroz Mazlumê serdemê Zulkufê leheng e. Lewma navê Newroza 2019’an Zulkuf Gezen e... Hevalno, hevalê Zulkuf şehîdê pêngava berxwedanê ye û bi rihê berxwedanê ya me Ronî kiriye. Ez bejna xwe li ber şehadeta wî ditewinim. Gelê me yê heja û leheng, ez dibêjim ku serkeftin pir nêzike. Vayê bihar hat. Emê di sala 2019’de tecrîdê bişkînin û gelê xwe azad bikin. Ez dibêjim bila tevahiya cîhanê bizane ku em jiyanek di nav tecritê de napejirînin û emê bi berxwedana xwe sala 2019’an bikin sala Kurd û Kurdistanê. Bi vî rih u baweriyê slavên  xwe dişînim û bi dil û can Newroza we pîroz dikim. Newroz pîroz be. Em ê teqez bi serkevin..."