Ji Newroza Amedê banga jinan: Niha dema tilîliyan e 2019-03-21 12:45:16   AMED - Di saetên serê sibehê de bi sedhezaran kes herikîn Qada Newrozê ya Amedê. Jinên ku hatin qada Newrozê bang kirin û gotin werin li dijî tecrîdê    em tilîlî û dengên xwe bilind bikin.    Li Qada Newroza Amedê bi zimanên cuda pankartên "Newroz pîroz be" hat daliqandin. Her wiha pankartên "Dê faşîzm bi ser nekeve","Bi rihê 8'ê Adarê    û bi coşa Newrozê em ê bi ser bikevin","Newroz berxwedana bihara gelan e" hat daliqandin. Jinan bi tilîliyên xwe coşa Newrozê zêdetir kirin. Her wiha li    Qada Newrozê dirûşmên "Bijî Serok Apo","Bê Serok jiyan nabe","Bijî berxwedana zindanan", "Bijî berxwedana Leyla" hatin berzkirin.    'Ka werin Qada Newrozê'   Hatice Gonul a ku ji Dêrika Mêrdînê hat Newroza Amedê wiha got:"Newroz hatina biharê û rizgariya gelê Kurd a ji zilmê ye. Dê di Newroza îsal de Gelê    Kurd ji Dehaqan rizgar bibin. Ka werin Qada Newrozê. Em ê tecrîdê bişkînin û teqez bi ser bikevin. Divê em bibin dengê çalakgerên di greva birçîbûnê de    ne. Heger em nebin deng ew ê tabûtê nû ji girtîgehan derkeve. Hevalên wekî Zulkuf Gezen ji bo azadî û aştiya Gelê Kurd canê xwe feda kir. Divê em hêz û    piştigiriyê bide vê berxwedanê."   'Niha dema tilîliyên me ne'   Her wiha Pakize Karaca jî wiha got:"Niha dema tilîliyên me ne. Li dijî zilmê em ê tililiyên xwe îro zêdetir bikin. Ev sal dê li dijî tecrîdê bibe sala azadiyê."   Hatina jinan a Qada Newrozê didomin.