Bi hezaran kesên herikîn qada Newroza Amedê: Em ê teqez tecrîdê bişkînin 2019-03-21 12:41:15   AMED - Newroza Mezin ya Amedê bi tevlibûna hezaran dest pê kir.  Girse li gel dirûşmên "Zulkuf Gezen bêmirin e" û "Bijî berxwedana zindanan" diherike qadê.    Ji bo pîrozbahiya Newroza Mezin ku li Qada Newrozê ya li Baglarê tê lidarxistin ji çar hêlan ve girse bi dirûşmên "Teqez em ê bi ser kevin û tecrîdê bişkînin herikîn qadê.  Qad bi alên HDP'ê û TJA'yê hat xemilandin. Li qadê flamayên kesk, sor û zer hatin vekirin û dirûşmên "Îradeya gel nayê xespkirin",  "Newroz Berxwedan e li dijî faşîzmê bihara gelan e",  "Lîlandina jinan dengê berxwedanê ye" hatin daliqandin.  Wekî kevneşopiyeke Newroza Amê ji bo pîrozbahiyê malbata Kemal Korkut,  Medenî Yildirim , Mehmet Tunc, Taybet Înan, Ethem Sarisuluk, Sêvê Demîr, Fatma Uyar, Pakîze Nayir, Berkîn Elvan û Mehmet Yavuzel hatin vexendin . Li gel malbatên ku hatin vexwendin Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, serokên partiyên tifaqê, Hevserokê KCD'ê û endamên dîwanê, aktîvîstên TJA'yê û gelek saziyên sivîl jî di pîrozbahiya Newroza Amedê de cihê xwe girtin.     Gelek kesên ku li taxa Bagcilarê  kom bûn hata qadê li gel dirûşma "Zulkuf Gezen Bêmirine" û " Bijî berxwedana zindanan" û "Leyla Guven rûmeta me ye"  hata qada newrozê meşiyan.   Ciwan herikîn qada newrozê   Bi sedan ciwanên ku li ser rêya Rihayê Kom bûn bi awayê girseyî ber bi qada newerozê de meşiyan û bi piîtevaniya esnaf û gelê bi dirûşmên "Zulkuf Gezen bêmirine" ketin qadê.    Bername bi axaftina Komîteya Amadekar a Newrozê hat destpêkirin.