Ji bo Newroza Enqereyê Hêzên Ked û Demokrasiyê bang kirin 2019-03-21 12:14:32   ENQERE - Hêzên Ked û Demokrasiyê anîn ziman ku ew bi xwedîderketina çalakiya greva birçîbûnê ya bi hezaran girtiyên di girtîgehan de Newrozê pêşwazî dikin û gotin ew ji Newroza Qada Kolejê ya Enqereyê ya 24'ê Adarê gazî hemû kesan dikin.    Di di 24'ê Adarê de li Qada Kolejê ya Enqereyê bi dirûşma "Bi coşa Newrozê em li dijî faşîzmê bi hev re têbikoşin" dê Newroz bê pîrozkirin. Têkildarî mijarê de Hêzên Ked û Demokrasiyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya HDP'ê ya Enqereyê Betul Koca ve hat xwendin.    'Em ê berxwedana xwe bidomînin'   Betulê got:"Em Zulkuf Gezen ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê ji bo tecrîdê protesto bike dawî li jiyana xwe anî bi bîr tînin û em dibêjin ku em ê berxwedana xwe bidomînin."   'Em ê bi rihê berxwedana Newrozê hêza xwe xurtir bikin'   Betulê da zaînin ku tifaqa AKP-MHP'ê tenê êrîşî gelê Kurd nake û wiha got:"Tifaqa AKP-MHP'ê êrîşî hemû kesên dengê xwe derdixin, dike. Em ê bi rihê berxwedana Newrozê hêza xwe xurtir bikin û li dijî neheqiya tê kirin têkoşîna xwe bidomînin. Kesên ku êrîşî rengên cuda dikin dê negihêjin armanca xwe. Divê li dijî faşîzmê têkoşînek hevpar bê kirin."   Betulê herî dawî wiha got:"Em ê Newrozê bi rihê lehengên têkoşer pîroz bikin. Em ê meşa xwe ya azadî, ked û têkoşînê bidomînin. Em ê bi hev re li dijî faşîzmê têbikoşin."