Li Sîlopiyê piştî 3 salan coşa Newrozê 2019-03-21 11:17:20   ŞIRNEX - Li Sîlopiyê girseya ku piştî bi 3 salan herikî qada Newerozê bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" ji cihê lêgerînê ket qadê. Li navçeya ku coşa Neworzê di lutkeyê de ye, bi hezaran kesî qad tijî kir û hatina gel a ji taxan ber bi qadê ve jî berdewam e.    Li Sîlopiya Şirnexê, piştî qedexeya derketina derve a 2015'an û 2016'an îro li navçeyê kelecana pîrozbahiya Newrozê ku pişt wê dîrokê cara yekê tê pîrozkirin heye.  Gelê Sîlopiyê piştî 3 salan di saetên serê sibehê yên zu de berê xwe da taxa Yenîşehirê ku newroz lê tê pîrozkirin. Darbasekên ku gel ji wan de dikeve qadan ji aliyê poîsan ve bi bariyeran hatiye dorpêçkirin.  Hatina ji taxan berdewam e ku welatî bi dirjûşma "Bijî berxwedana zindanan derbasî qadê dibin.    Jin bi hemû reng û hêza xwe li qadê ne   Piştî lêgerîna polîsan di nava girseya ku bi alên Partiya Demokratîk a Gelan dikevin qadê de jinên bi cil û bergên kurdî yên rengîn qadê dixemilînin. Jinan bi cil û bergên xwe û bi lîlandina xwe qad rengîn kirin. Herwiha coş û kelecana zarok û ciwanan jî ji rûyê wan tê dîtin. Pîroz bahî bi tevlibûna ji 7 salî heta 70'ê saliyan tê kirin û malbat jî li gel zarokên xw tevli bûn.     Girseyê li qadê govend gerand   Gelê ku bi hemû coşa xwe ket qadê beriya axaftinan dest bi  govendê kir.  Girse li cihê ku wê agir bê vêxistin bi govenda xwe ya ji herêmên cuda bala her kesî kişand ser xwe.     Bernameya ku ji ber coşa gel zu hat destpêkirin berdewamiya wê wiha ye: "Wê di berdewamiya bernameyê de piştî rêzgirtinê parlamenterê Şirnexê  Huseyîn Kaçmaz, namzedên Hevşaredariyê yên Sîlopiyê  Adalet Fîdan û Suleyman Şavluk bi dorê biaxivin.  Herî dawî jî wê hunermend derkevin ser dikê.    Li Ciîzrê wê pîrozbahiya Newerozê saet di 13'00'an de dest pê bike û şahiyên Newrozê ku wê li Hezex û li Qilebanê bê li darixstin jî  wê saet di 14.00'an de bên dest pêkirin û gel ji nihave li qadan e.