Qedexeyên hilbijartinên herêmî dest pê kir 2019-03-21 11:13:56   ENQERE - Der barê qedexeyên hilbijartinê û propagandayê YSK'ê daxuyaniyek da û da zanîn ku qedexeyên hilbijartin û kirina propagandayê îro dest pê kir.   Qedexeyên hilbijartin û propagandayê ya ji bo Hilbijartina Giştî ya Herêmî ya ku 31'ê Adarê 2019'an pêk bê, îro dest pê kir. Li gorî YSK'ê, qedexeya propagandayê dê heya 30'ê Adarê roja şemiyê bidome.    Partiyên siyasî û kesên serbixwe yên ku xebatên hilbijartinê dimeşînin heya ve demê di çapemeniya nivîskî, dîtbarî dikarin propagandaya xwe bikin. Her wiha li ser rêyên giştî, cihên olî, dezgehên dewletê propaganda qedexeye û  dîsa li cihên bi fermî hatin nîşandan kirin dikarin propagandaya xwe ya bi devki bikin.