'Wê çaranûsa dagirkeran weke ya Dehaq be' 2019-03-21 10:19:58   Berçem Cûdî - Îlham Eloso   KOBANÊ - Gelê Kurd tevî ku 9 bûyerên cuda, di meha Adarê de jiyaye, tu carî agirê serkeftina Kawayê Hesinkar venemirandiye. Her sal bihara xwe bi xemla Newrozê pêşwazî kirine û soza parastina mîrasa Kawa bi vêxistina agirê Newrozê nûjen kirine.      Newroz di wateya xwe de roja nû ye, roja serîhildan û berxwedanê ye. Ev roj bingeha xwe ji destana serkeftina Kawayê Hesinkar a li dijî desthilatdarî û tarîtiya Dehaq, digire. Dehaq gelek hov e, zarokên kurdan qetil dike.  Dema Dehaq zilim dikir roj diçû û tarîtî dihat. Çûyîna tîrêjên rojê bû sedema mirina xwezayê, lawiran û birçîbûna mirovan. Piştî ku jiyan di nava tarîtiya Deqah de ber bi tunebûyînê ve diçe, qehremanekî Kurd bi navê Kawayê Hesinkar biryarê digire ku dawiyê li desthilatdariya Dehaq bîne. Bi vê yekê jî berê xwe dide kelha wî û wî dikuje. Paşê jî meşaleyeke ji agir li ser kela wî re hildide û ew agir dibe sembola serkeftina ronahiyê a li dijî tarîtiyê. Carek din mirov û xweza yekîtiya xwe ava dikin, di bin agirê pîroz soza xwe didin.  Bi vê yekê jî 21'ê Adarê her sal bi rengê destpêka Buharê tê pîroz kirin.   Kes nikare agirê Newrozê vemirîne   Di şeva Newrozê de hemû bajarên Kurdan bi rengê Agir tê xemilandin, mirov berê xwe dide agirekî vêxistiye û li derdora wê govendên azadiyê têne gerandin. Di roja Newrozê de jî her kes bi cil û bergên gelêrî  berê xwe didin cihê pîrozkirina Newrozê. Di şahiyê de coş û kêfxweşî digihêjin lûtkeya herî bilind. Stran, şahî û govendên serkeftinê tên gerandin. Tu bûyer ango rûdan bandora xwe li vê rojê nakin, çiqas astengî jî werin pêşiya gelê Kurd, ew ê roja xwe ya nû  pîroz bikin. Adara Kurdan bi gelek bûyerî hatiye tijekirin, di 8'ê Adara 1921'an de şoreşa Nûrî Dêrsim e, di 3'ê Adara 1937'an rûdana şoreşa Dêrsimê bi pêşengiya Seyîd Riza, di 31'ê Adara 1947'an de Qazî Mihmed û hîn hevalên wî piştî hilweşîna Mahabadê li Rojhilatê Kurdistanê hatin darvekirin, di 16,17 û 18'ê Adara 1988'an de Helebçe, Xormal û Dicîle rastî êrîşa kîmyasalê tên û 5000 kurd tên qetilkirin, di 16`ê Adara 1991`an de yekemîn serhildana başûrê Kurdistanê dest pê kir, di 12`ê Adara 2004`an de serhildana Qamişlo pêk hat û herî dawî jî roja reş di dîroka kurdan de  18`ê Adara 2018`an de Artêşa Tirk û komên girêdayî wê bajarê Efrînê dagir kirin û gelek komkujî pêk anîn. Di roja îro de gelê Rojavayê Kurdistanê pêvajoyeke gelek cuda dijîn. Li aliyekî serkeftina hêzên Sûriyaya Demokratîk û şervanên YPJ/YPG`ê ya li dijî dijminên mirovahiyê Çeteyên DAIŞ`ê, ku niha pêngava herî dawî ya tune kirina wan li Dêrezorê berdewam dike. Li aliyekî din jî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê.   'Wê çaranûsa dagirkeran weke ya Dehaq be'   Şikandina destpêkê ya DAIŞ`ê  di Kobanê de pêk hat. Berxwedana Kobanê navenda Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku di sedsala 21'emîn de hemû cîhan matmayî hîşt, derbasî hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn. Bi vê yekê jî hemû xeyal û pilanên dewleta Tirk têk çûn. Di 20`ê Çileya 2018`an de Artêşa Tirk û komên girêdayî wê bi 72 balefirên şer Efrîn bombobaran kir, bi dehan komkujî pêk anîn, Efrîniyan 58 rojan li dijî Teknîka herî pêşketî ya Tirkiyê li berxwe dan. Di 18`ê Adara 2018`an de Dewleta Tirk ket Efrînê û di destpê kê de peykerê Kawayê Hesinkar hilweşandin. Ev yek zihniyet û metirsiya Dehaqê duyemîn dide xuyakirin. Lê neviyên Kawayê Hesinkar çawa dawî li Çeteyên DAIŞ`ê anîn, dê dawî li dagirkerên alîkariya wan kiriye jî bînin. Wê çaranûsa dagirkeran weke ya Dehaq be.