'Newroz ji bo Gelê Kurd wateya berxwedan û serhildanê ye' 2019-03-21 10:00:02   QAMIŞLO - Di derbarê newroza sala 2019’an de Endama Meclîsa PYD’ê Welîda Hesen diyar kir ku Newroz ji bo Gelê Kurd li dijî zilmê berxwedan û serhidan e û got:"Berxwedana Kawa û Mazlûman îro di şexsê YPJ’ê û jina berxwedêr Leyla Guven de berdewam dike."     Endama Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Welîda Hesen Newroz a 2019’an li berxwedêrên grevên bîrçîbûnê, li tevahî gelê bindest û azadîxwaz pîroz kir. Welîda bal kişand  ser girîngî û wateya Newrozê ya ku ji dîrokê heta roja  îro ya ji bo Gelê Kurd û wiha got:"Meha Adarê ji bo tevahî gelê Kurdistanê meheke girîng û bi wate ye. Meha adarê hem mehek  bi êş e û hem jî meheke berxwedan û serhildanê ye. Newroz li tevahiya Rojhilata navîn tê pîrozkirin.”    'Newroz roja bilindkirina ala berxwedanê ye'   Welideyê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dibe ku her pêkhate Cejna Newrozê li gor xwe pîroz dike. Lê li cem gelê kurd cejna newrozê tê wê wateya, roja li dijî zilim û koletiyê. Tê wateya berxwedan û serhildanê. Newroz ew roja ku Kawayê Hesinkar li dijî zilma Deheqan serî hilda û meşaleya berxwedanê li esmanan bilind kir.  Di sala 2009’an de ji milê rêxistina UNICEF'ê ve Newroz kete nava lîsteya rojên taybet yên cîhanê. Tevahî gelên Rojhilata Navîn vê rojê weke roja serhildanê bi nav dike û pîroz dike. Gelê kurd jî, Newrozê di şexsê Kawayê Hesinkar de pîroz dike. Tevî gelek komkujî û qirkirina  ku gelê kurd pê re rû bi rû maye jî, lê tu carî ew meşaleya berxwedanê ya bi destên Kawayan li dijî zilimê bilind bûye daneketiye û bi berxwedana Mazlûman re vê berxwedanê dewam kiriye.”     'Zulkuf Gezen jî meşaleya Mazlum Dogan a azadiyê û berxwedanê hilgirt'   Welidayê da zanîn ku di roja me ya îro de jî, bi destê Zulkuf Gezen meşaleya berxwedanê bilind bûye û wiha domand: “Mazlûm Dogan bi dirûşmeya xwe ya berxwedan jiyan e asoyên berxwedana Kawayê Hesinkar li dijî zilim û bê exlaqiya dewleta Tirk a faşîst bilind kir. Îro jî di şexsê Zulkuf Gezen de ev berxwedan li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Niha jî, jina Kurd Leyla Guven ya ku ji bo azadî û aştiyê dest bi greva birçîbûnê kir niha xwedî li mîrateya têkoşîna Gelê Kurd derdikeve. Bi pêşengtiya wê berxwedaneke mezin li dijî hovîtiya dewleta Tirk tê meşandin.”   'Berxwedana Kawayan di şexsê jinê de îro berdewam e'   Welîdayê diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Suriyê DAIŞ têk diçe. Ya herî xwedî  rol bû, di şerê li dijî DAIŞ’ê de jin bû û wiha bi lêv kir: “Di diroka gelê kurd de berxwedan her berdewam e. Îro li Dêra Zorê DAIŞ nefesa xwe ya dawî dide. Di pêşengtiya YPJ,YPG û QSD’ê  de terora xeternak a çeteyên DAIŞ’ê  ku xeteriya wê li ser tevahiya cihanê hebû  têk diçe. Tiştê herî balkêş di vê berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê de berxwedana jinê ye. Berxwedana jina kurd ji berxwedana gelê kurd  qut nîne. Di pêşengtiya jina serhildêr de Rehşan, Ronahî, Bêrîvan, Sema û niha jî bi pêşengtiya YPJ’ê  agirê serhildan a Newrozê gur dibe. Berxwedana Kawa û Mazlûman  di şexsê jinan de îro berdewam dike. Jina Bakur û Rojhilatê Suriyê roleke geleke balkêş di têkbirina terora DAIŞ’ê de lîst û careke din jinê di pêlên dîrokê de berxwedana xwe mezin kir.”    'Newroza îsal têkbirina zext û zilmê ye'   Welîdayê di dawiya axaftina xwe de balkişand  ser pêşwazîkirina Newroza 2019’an û wiha got:“Em Newroza xwe ya îsal bi coş û heyecana tunekirina çeteyên DAIŞ’ê, bi hêrs û kîneke mezin a li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk a faşîst ya li ser Efrînê û bi rihê berxwedana Leyla Guven û hevrêyên wê em pêşwazî dikin. Newroz a sala 2019’an ji newrozên salên din cudatir e. Em di wê heviyê de  ne ku dê di pêşengtiya YPJ’ê de Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî were avakirin. Em dîsa Newrozê li Rêber Abdullah Ocalan û çalakvanên gireva birçîbûnê û li YPJ,YPG û QSD’ê û li hemû Gelê Kurd pîroz dikin. Em xwedî wê heviyê ne ku wê jiyana azad bi berxwedanê  mîsoger bibe.”