Teknîkvanê biçûk yê otobusa hilbijartinê: Yusuf 2019-03-21 08:46:07   STENBOL - Zarokê bi navê Yusuf Baran ku dawiya hefteyan diçe wesayeta hilbijartinê ya HDP’ê û li her cureyê teknîka wê dinêre, ji aliyê gel ve gelek tê hezkirin.   Li Stenbolê zarokê bi navê Yusuf Baran ê 12 salî dawiya hefteyan diçe wesayeta hilbijartinê ya HDP’ê û diçe pola 6’an. Yusuf bi eslê xwe ji Erziromê ye û bi malbata xwe re li Esenyurtê dijî. Yusuf sibehê çawa radibe diçe wesayetê û bi kelecanek mezin seranserê rojê rêwitiyê dike, di heman demê de li karên teknîkê yê wesayîtê dinêre.   Yusuf di gelek mijarê de zana ye û ji muzîka hilbijartinê ku di kîjan navberan de divê bê lêdan, heta her cureyê teknîkê xwedî agahî ye. Her wiha ji aliyê HDP’iyan ve jî gelek tê hezkirin. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, Yusuf hemû navçeyên Stenbolê digere û enerjiya wî jî her kesî ji xwe re heyran dihêle.   Yusuf di navberan de jî derdikeve ser wesayetê û girseyê temaşe dike. Yusuf ji bo her kesên li otobusê siwar dibe û derdikeve jî dibe alîkar û herî zêde jî dibe xizirê rojanemgerên nûçeyan dişopînin. Rojnameger dema şarj diqede an jî makîneyên xwe emanet dikin, ewil diçin cem Yusuf.   Yusuf sedema tevlîbûna xebata xwe wiha vegot: “Ez dawiya hefteyan têm wesayetê. Ez dixwazim piştgiriyê bidim partiya xwe. Ez dixwazim HDP di hilbijartinan de qezenc bike. Ji vir şûnde jî ez ê di xebatên hilbijartinan de çalak bim. Karê em dikin zehmet e. Lê ez bi hezkirin karê teknîkê dikim. Eleqeya min her tim ji bo teknîkê hebû. Min her tim dixwest pê re eleqeder bibim. Ez dixwazim bibim endezyarê înşatê.”